Ragihandina Wezareta Pêşmerge li ser bûyera Kolîja Leşkerî ya Qelaçolanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Teqînek îro li Kolîja Leşkerî ya Qelaçolanê çê bû û kuştî û birîndar hene. Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezareta Bergiriyê ya Iraqê re sersaxî û ji birîndaran re jî çareserbûneke bilez xwest.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de got, “Mixabin, îro (Sêşem, 2ê Îlona 2025ê) di dewreya 89ê ya Kolîja Leşkerî ya Qelaçolanê de, di dema perwerdehiya çekên bibandor de ku pareke bernameya dewreya 89ê a Kolîja Leşkerî ya Qelaçolanê bû, teqînek çê bû.”
Wezareta Pêşmerge eşkere jî kiriye ku, di encama wê teqînê de xwendekarek miriye û sê xwendekarên din jî birîndar bûne, ku hemî jî girêdayî artêşê û Wezareta Bergiriyê ya Iraqê bûn.
Di dawiya wê ragihandinê de hatiye ku, Wezareta Pêşmerge ji Wezareta Bergiriyê ya Iraqê, Kolîja Leşkerî ya Qelaçolanê û malbat û hevalên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî çareserbûneke bilez xwest.