Nûtirîn zanyarên civîna Şanda Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Federal

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, di civîna îro ya di navbera Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Federal de behsa du xalan hatiye kirin ku, hîn jî lihevhatin li ser wan çê nebûye. Herwesa Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îşev vegere Hewlêrê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Şivan Cebarî îro (Sêşemê, 2ê Îlona 2025ê) li ser civîna di navbera Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Federal de got, “Herdu aliyan behsa du xalan kir ku, hîn jî lihevhatin li ser wan çê nebûye.”

Li dû zanyarên Kurdistan24ê, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku ji bo veguhestina her bermîleke petrolê ji zeviyên petrolê bo boriyên bendera Ceyhanê ji 1 heta 3 dolaran bê diyarkirin, lê Wezareta Petrolê ya Federal ne amade ye ku wî pereyî bide.”

Li gorî zanyarên Şivan Cebarî, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên şîrketên petrolê yê Herêma Kurdistanê gihandine Wezareta Petrolê ya Federal, ku tê de ew şîrket daxwaza peymaneke mukom dikin ku piştrastiyê li ser dana 16 dolaran ji bo xerciya derxistina her bermîleke petrolê bi berdewamî misoger bike.

Şivan Cebarî eşkere jî kir ku, Wezareta Petrolê ya Federal amade nîne ku wê peymanê îmze bike da ku piştrastiyê bide şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê, herwesa wî karî wekî erkê Wezaretên Çavkaniyên Xwezayî dibîne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê amaje jî da ku, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îşev vegere Hewlêrê, da ku encamên civîna xwe ya bi Wezareta Petrolê ya Federal re bibe civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku biryar e sibe bê lidarxistin.

Li gorî zanyaran, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştî civîna sibe ya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa vegere Bexdayê.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omêd Sebah û hejmareke rêveberên giştî îro (Sêşemê, 2ê Îlona 2025ê) serdana Bexdayê kir û bi Wezareta Petrolê ya Federal re civiya.

 
 
Fly Erbil Advertisment