Malbateke Kurd li Brîtanyayê brandeke qehweyê bi navê 'Bêkes' dixe bazarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê, malbateke Kurd dest bi projeyeke taybet kiriye û kafeyek ligel brandeke qehweyê bi navê "Bêkes" vekiriye. Armanca vê projeyê, ji bilî pêşkêşkirina xwarin û vexwarinên bîranî, nasandina çanda dewlemend a Kurdî bi rûniştevanên bajêr û geştiyaran e.
Sedema Hilbijartina Navê "Bêkes"
Werde Deyvid, dayika malbatê ku mil bil milê zarokên xwe kar dike, ji peyamnêrê K24ê re ragihand, hilbijartina navê "Bêkes" rêzgirtinek e ji bo helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes, ku yek ji navdartirîn helbestvanên dîroka Kurd e.
Werde Deyvid got: "Ji ber ku em nêzîkî Şêrko Bêkes bûn, ev bîr û bawerî ji me re çêbû ku em vê qehweyê bi navê wî bikin, da ku kesên biyanî jî bi çanda Kurdî aşina bibin."
Ji Şîraniya Malê heta Qehwexaneyekê
Endamê malbatê Duyîn Heme Reşîd behsa destpêka projeyê kir û got: "Bîrokeya projeyê vedigere heşt sal berê. Min di destpêkê de li malê şîranî, wekî peqlawayê, çêdikir û bi awayekî online difirot. Dema ku daxwazeke mezin li ser berhemên me çêbû, me biryar da ku em projeyê mezintir bikin û qehwexaneyekê bi navê 'Bêkes' vekin."
Qehweya Qazwanê bala Biyaniyan dikişîne
Li Kafeya Bêkes, qehweya Qazwanê ya Kurdî bi şêwazeke kevneşopî û balkêş tê amadekirin. Ev qehwe bi taybetmendî û tama xwe ya cihê, bala geştiyar û mişteriyên biyanî kişandiye.
Du xwendekarên biyanî ku mêvanên kafeyê bûn, behsa serpêhatiya xwe kirin. Yek ji wan got: "Cara yekem e ez vê qehweyê tam dikim. Ev qehweya Kurdî gelekî xweş e. Tiştên ku pê re tên pêşkêşkirin jî gelekî bîranî ne. Serpêhatiyeke xweş e ji bo min. Ez dixwazim zêdetir derbarê çanda Kurdî û xwarin û vexwarinên wan de fêr bibim."
Xwendekarê din jî heman hest parve kir û got: "Hebûna me li vir derfeteke bêhempa bû ku em bi çanda Kurdî aşina bibin. Qehweya bi qazwanê hatiye çêkirin û tameke wê ya taybet heye."
Nasandina Çanda Kurdî bi Cîhanê
Hilbijartina navekî Kurdî û pêşkêşkirina xwarin û vexwarinên resen, bûye pêngaveke girîng ji bo nasandina çanda Kurdî li nav biyaniyan. Kafeya Bêkes derfetê dide mêvanên xwe ku hem kêfê ji tama qehweya Kurdî werbigirin, hem jî berhemên Şêrko Bêkes bixwînin û zêdetir bi cîhana Kurdî re aşina bibin.