Hejîra Akrê bi daxwazeke mezin ketiye bazaran
Akrê (K24) – Hejîra Akrê ku bi tama xwe ya taybet û kalîteya xwe ya bilind tê nasîn, îsal jî bi berhemeke baş ketiye bazaran. Cotkar û firoşkarên herêmê dibêjin ku daxwazeke mezin li ser hejîra Akrê heye û navûdengê wê ji sînorên Herêma Kurdistanê derbas bûye û gihîştiye welatên Ewropayê jî.
Cotkar Xiyas Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Berhema hejîrê ya îsal ji sala borî baştir e. Gelek kiriyarên wê hene û ji ber ku her tim teze ye, daxwazeke zêde li ser e. Kiriyarên me li vir in, em ne hewce ne ku wê bibin cihekî din.”
Taybetmendiyên Hejîra Akrê
Hejîra devera Akrê ji ber çend taybetmendiyên xwe ji hejîrên deverên din cuda dibe. Reng, mezinahî û tama wê ya xweş ew kiriye yek ji baştirîn cureyên hejîran. Wekî din, ev hejîr ji dema çinînê heta ku digihîje destê xerîdaran, teze dimîne û xera nabe. Ev yek jî bûye sedem ku daxwazeke zêde li ser peyda bibe.
Li bazara dîrokî ya Akrê, cotkar û firoşkar bi kiriyarên xwe re mijûl in. Firoşkar Zikrî Osman dibêje: “Îsal hejîr gelek baş e. Xelk ji Hewlêr, Dihok û heta Besrayê jî tên û wê dikirin. Ji ber ku paqij û teze ye, daxwazeke zêde li ser heye.”
Li gorî amaran, li devera Akrê nêzîkî 270 hezar darên hejîran hene ku ji şeş corên sereke pêk tên: Yahya Begî, Bênatî, Sorxal, Şakirî, Tefsik û Hêjîra Reş. Ji van coran, hêjîra "Yahya Begî" wekî baştirîn cor tê qebûlkirin.
Bihayê kîloyek hejîra Akrê di navbera 4 hezar û 7 hezar dînarên Iraqî de ye. Ji ber navûdeng û kalîteya wê, ev berhem ne tenê li bajarên Herêma Kurdistan û Iraqê, lê belê li welatên Ewropayê jî tê firotin.