Hikûmeta Herêmê: Zêdetirî 900 hezar karmend tevlî projeya "Hejmara Min" bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, heta niha zêdetirî 900 hezar mûçexwaran di çarçoveya projeya "Hejmara Min" de hatine tomarkirin. Ev proje wek pêngaveke stratejîk a Kabîneya Nehem ji bo dîjîtalkirina mûçeyan û sektora bankî tê dîtin.

Di daxuyaniyekê de ku îro Çarşemê, 3ê Îlona 2025an, hat belavkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir, hejmara kesên ku di projeya "Hejmara Min" de navê xwe tomar kirine, gihîştiye 900 hezar û 600 kesan.

Proje bi hemahengiya bi Banka Navendî ya Iraqê û heft bankên taybet re tê cîbicîkirin û armanc ew e ku xizmetguzarî bigihîje zêdetirî milyonek karmend û mûçexwerên Herêma Kurdistanê. Ev pêngav dê girêdayîbûna bi pereyê kaş kêm bike û xizmetguzariyên giştî yên modern bipêş bixe.

Hejmara Tomarkiriyan li Gorî Parêzgehan:

- Hewlêr: 401,815 kes

- Silêmanî: 278,630 kes

- Dihok: 220,155 kes

- Bi Giştî: 900,600 kes

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tenê di vê mehê de, zêdetirî 465,000 mûçexwaran mûçeyên xwe bi awayekî dîjîtal wergirtine. Ev yek bi rêya toreke berfireh a ku ji nêzîkî 450 amûrên kişandina pereyan (ATM) li seranserê Herêma Kurdistanê pêk tê, hatiye kirin. 

Herwiha hat zanîn ku bi hezaran xanenişîn jî di qonaxa ezmûnê de ne ji bo wergirtina mûçeyên xwe bi rêya dîjîtal.

Projeya "Hejmara Min" yekem car di Sibata sala 2023an de ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû ragihandin.

Welatî dikarin ji bo agahiyên zêdetir serdana malpera fermî ya projeyê www.myaccount.gov.krd bikin yan jî pêwendiyê bi navenda xizmetguzariyê ya li ser hejmara 1991 re bikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment