Girtiyên siyasî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, tevaya girtiyên siyasî yên ku jiyê wan bûye 60 sal û fermanber in dê pênc salên din jî li ser erkên xwe bimînin.

Seyîd Ebas ji Ranyayê berê xwe daye Hewlêrê da ku karûbarên xwe temam bike. Ew girtiyekî siyasî ye û fermanber e, jiyê wî bûye 60 sal. Diviyabû ku niha wî karûbarên xanenişîniyê çê kiriban, lê piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ew dê pênc salên din jî wekî fermanber li ser erkên xwe bimîne. Vê biryarê jî ew kêfxweş kiriye.

Ebas Qadir ku ew jî girtiyekî siyasî ye ji Kurdistan24ê re got, "Me wekî girtiyên siyasî gelek azar dîtine. Ez li sala 1981ê serbest hatim berdan û hîn jî cihê kêbilan li ser laşê min xuya ne.” Herwesa got, “Ez spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku dema xanenişînkirina me ji bo pênc salên din paş xist."

Piştî biryara Serokwezîr, tevaya wan girtiyên siyasî yên ku jiyê wan bûye 60 sal û fermanber in, herwesa yên ku dermale jê re nehatine dayîn, dê pênc salên din li ser erkên xwe bimînin. Dest bi bicîhanîna wê biryarê hatiye kirin û ji bo berdewamkirina erkên xwe, ew dê piştgiriyekê ji Wezareta Şehîdan bibin fermangehên xwe û li wan deran karûbarên berdewamkirina erkên wan dê jê re bên temamkirin.

Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Navsar Nûrî jî ragihand, “Piştî derketina biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi bicîhanîna wê biryarê hatiye kirin û tevaya girtiyên siyasî yên ku dermale jê re nehatine dayîn vedigire.”

Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan amaje jî da, “Divê girtiyên siyasî biçin Rêveberiya Girtiyên Siyasî da ku piştgirîyekê ji wezaretê re bînin, wê hingê wezaret dê xizmeta wan fermanberan ji bo xanenişînbûnê dirêj bike.”

 
Fly Erbil Advertisment