25 ciwanên Kurd bi raspardeya Mesrûr Barzanî ji Lîbyayê tên vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi hevkarî û hevahengiya di navbera Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê û Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 25 ciwanên Herêma Kurdistanê li Lîbyayê hatin dîtin û berdan û li demeke nêzîk dê ji bo Herêma Kurdistanê bên vegerandin.

Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 3ê Îlona 2025ê) ragihand, “Ew ciwan bi rêya peywendiyeke vîdyoyî rasterast bi Berpirsê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve re axivîn û spasiya wî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, di xema welatiyên Herêma Kurdistanê de bûn û karîn wan derbaz bikin.”

Berpirsê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Muhsin Dizeyî "kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew ciwan hemî ewle ne û spasiya Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Terablusê Dr. Ehmed Sehaf jî kir, ku her gav bi Nivîsîngeha Têkiliyên Derve re ji bo pirsên wesa alîkar bûye.”

Nivîsîngeha Têkiliyên Derve tekez jî kir, "Li ser rasparde û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rêkarên vegera wan ciwanan ji bo Herêma Kurdistanê hatine temamkirin û pasport û bilêtên vegerê jî ji wan re hatine peydakirin. Biryar e ku ew ciwan di 10ê vê mehê de vegerin Herêma Kurdistanê."

Meha borî jî bi hevahengiya di navbera Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê de, şeş ciwan ji zindanên Lîbyayê hatin berdan û ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

 
Fly Erbil Advertisment