Rayedarekî Wezareta Elektrîkê: Hikûmeta Iraqê dixwaze feydeyî ji projeya Ronakiyê werbigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Rayedarekî Wezareta Elektrîkê ragihand ku, Hikûmeta Iraqê xwesteka xwe ji bo wergirtina feydeyî ji projeya Ronakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan daye. Amaje jî da ku, asta bikaranîna elektrîkê 30% kêm bûye.

Rêveberê Hilberîna Elektrîkê bi Wekalet Faris Mîrxan îro (Çarşem, 3ê Îlona 2025ê) tevlî geşta nûçeyan a saet 12:00ê ya Kurdistan24ê bû, ku ji hêla Sinor Alanî ve tê pêşkêş kirin, û behsa berfirehkirina projeya Ronakiyê û hilberîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê kir.

Li seranserî Herêma Kurdistanê bi tevahî, nêzîkî çar milyon welatiyan ji projeya elektrîkê ya 24 seetî feydeyî werdigirin û ew proje rojane berfireh dibe.

Rêvebirê Hilberîna Elektrîkê amaje jî da ku, şandeke Wezareta Elektrîkê ya Iraqê serdana Hewlêrê kiriye, bi Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyaye û dixwaze ku ji elektrîka 24 saetî ya projeya Ronahiyê feydeyî werbigirin; "Ji ber ku vê projeyê ne tenê li Iraq û Herêma Kurdistanê, lê li seranserê cîhanê deng vedaye.”

Faris Mîrxan eşkere jî kir ku piştî ragihandina elektrîka 24 saetî, asta bikaranîna elektrîkê 30% kêm bûye, ku ev jî nîşana bilindbûna asta hişyariya welatiyan e.

Navbirî amaje jî da ku, hilberîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê di kabîneya nehê de 1890 MW zêde bûye. Li gorî gotinên wî, çavkaniyên enerjiyê ji bo vê zêdebûnê ev in; gaz, petrola reş, av, enerjiya rojê, û ji bo cara yekê wergirtina feydeyî ji gaza ku di parzinîngehên petrolê de pûç dibû, ku westgeheke 160 MW li Germiyanê li ser wê gazê kar dike.

Rêvebirê Hilberîna Elektrîkê eşkere jî kir ku projeyeke din jî tê bicîhanîn, ku ji bo hilberandina elektrîkê feydeyî ji gilêş û bermayîkên werdigire, ku şîrketeke Îmaratî li ser wê kar dike û biryar e ku di kêmtir ji salekê de bê bicîhanîn.

Faris Mîrxan li ser torên elektrîkê jî got ku, projeyên veguhestina elektrîkê niha tên bicîhanîn, wekî veguhestina elektrîka westgeheke 132 KV li nêzî Balafirxaneya Hewlêrê û herwesa projeya 132 KV ya westgeha Behirkê.

Navbirî tekez jî kir ku di kabîneya niha ya hikûmetê de, girîngiyeke mezin bi enerjiya rojê hatiye dan û 40 megawatên elektrîkê bi rêya enerjiya rojê tên hilberandin, xasma jî ku li Herêma Kurdistanê nêzîkî 300 rojan di salekê de hetav heye û mimkin e ku bi awayekî baş feyde jê bê wergirtin.

 
Fly Erbil Advertisment