Encûmena Wezîran pirsên mûçeyan û hinardekirina petrolê nîqaş dike

Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe li Bexdayê hevdîtinên xwe bi hevpayên xwe yên hikûmeta federal re didomîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîran Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir ku di civînên xwe yên sibe de, ku biryar e li Bexdayê bi hevpayên wan ên hikûmeta federal re bên kirin, li ser bizavên xwe berdewam bin û lezê di gihîştina çareseriyeke guncayî de bikin ku hinardekirina petrolê bi zûtirîn dem bê destpêkirin. Tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê bi zêdehî ve hêsankarî ji bo rakirina astengiyên di pêşiya hinardekirina petrolê de kirine. Encûmenê di derheqa mûçeyan de jî got ku, diviyabû mûçe û mafên mûçexurên Herêma Kurdistanê têkilî nakokiyên di navbera herdu hikûmetan de nehatiban kirin.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 3ê Îlona 2025ê) bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li destpêka wê civînê rojbûna Pêxemberê Îslamê li hemî Misilmanên cîhanê û Kurdistanê pîroz kir, herwesa nîgeraniya xwe li ser rûdanên vê dawiyê bajarê Silêmaniyê diyar kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan re xwast û daxwaza çarebûnê ji birîndarên re kir û tekez kir ku divê nakokî bi rêya qanûnê bên çarekirin ne bi rêya tundûtîjiyê.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî bi hûrî behsa wan rûdanan kir û amaje da ku, bizav dihatin kirin ku têkdaneke mezin hatibam çêkirin û planên terorkirina Serokê YNKê di çar demên cuda cuda de hebû. Amaje jî da ku, ew tiştê hatiye kirin pûçkirina wan planan û çespandina qanûnê bû û niha jî rêkarên qanûnî ji bo yekalîkirina wê mijarê tên bicîhanîn.

Piştre rêya danûstandinên vê dawiyê yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser mijara vavartin û destnîşankirina para xezîneya federal ji dahatên negirêdayî petrolê û mijara hinardekirina petrolê di çarçoveya biryarên Encûmena Wezîran û hevfêmkirin û komnivîsa hevpar a lijnneyan de hat pêşkêşkirin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm encamên danûstandinên xwe yên bi hikûmeta federal re yên girêdayî herdu mijarên hinardekirina petrolê û dahatên negirêdayî petrolê pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran destxweşî li Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê kir û ew erkdar kir ku di civînên sibe de, ku biryar e li Bexdayê bi hevpayên wan re bên kirin, li ser bizavên xwe berdewam bin û lezê di gihîştina çareseriyeke guncayî de ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMOyê bikin, xasma jî ku Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û şîrketa SOMOyê komnivîsa hevpar a protokolêa destpêkirina hinardekirina petrolê îmze kiriye, herwesa Herêma Kurdistanê bi zêdehî ve hêsankariyên pêdivî ji bo rakirina astengiyan kirine û bizav jî berdewam in ji bo gihîştina asta hilberandina pêş êrîşên terorîstî yên vê dawiyê li ser zevî û dezgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê.

Encûmena Wezîran tekez jî ki ku mijarên hevparkirina dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal re bi qanûna birêvebirina darayî û qanûna budceyê ya Iraqa federal re hatiye rêkxistin, daxwaz jî kir ku di çarçoveya van herdu qanûnan de mijara dahata negirêdayî petrolê jî bê çarekirin, da ku êdî ev herdu mijar wekî hincet ji bo xercnekirina mûçe û mafên mûçexurên Herêma Kurdistanê neyên bikaranîn, ku pêdivî bû mûçe û mafên mûçexurên Herêma Kurdistanê têkilî nakokiyên di navbera herdu hikûmetan de neyên kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment