Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên Parêzgara Helebceyê pejirandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgara Helebçeyê çend daxwazên parêzgeha xwe gihandin Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxwe jî ew daxwaz pejirandin.

Parêzgara Helebçeyê Nuxşe Nasih îro (Çarşem, 3ê Îlona 2025ê) serdana Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed kir.

Parêzgarê Helebçeyê di ragihandinekê de amaje da ku, çend daxwazên girêdayî herdu şehîdên jîngehê, Arî Muxtar û Mihemed Şêx Heyder, ku di şewata vê dawiyê ya wê deverê de şehîd bûn, gihandin Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Li gorî wê ragihandinê, ew daxwaz ev bûn; Şehîdê qehreman Arî Muxtar Cemal bi awayekî fermî wekî şehîd bê naskirin û ji bo malbata wî ya serbilind mûçeyeke baş bê birîn. Herwesa ji bo bîranîna şehîd Mihemed Şêx Heyder jî pêşniyar hat kirin ku navê "Bingeha Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Xurmalê" ji bo "Bingeha Polîsan a Şehîdê Jîngehê Mihemed Şêx Heyder" bê guhertin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tavilê hemî daxwaziyên Parêzgara Helebceyê qebûl kirin û herwesa careke din piştgiriya xwe bi tevahî ji bo parêzgeha Helebçeyê tekez kir.

Di dawiya wê civînê de, Parêzgara Helebceyê gelek spasî û rêz pêşkêşî Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe kirin, ji ber wê têkiliya berdewam û wê piştgiriyê ya ku di dema çend rojên bûyera şewatê de pêşkêş kirin û alîkar û piştevan bûn.

 
Fly Erbil Advertisment