Joe Wilson ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê edilandinek pêşkêşî Kongirêsê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Kongirêsmenê Amerîkayî Joe Wilson edilanek pêşkêşî Kongirêsê kir û tê de daxwaz dike ku, Hikûmeta Iraqê êdî mûçe û mafên darayî yên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ranewestîne û rêyê bide hilberandin û firotina petrolê, herwesa daxwazê jî dike ku Iraq rêyê li êrîşên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bigire.

Kongirêsmenê Amerîkayî Joe Wilson îro (Çarşem, 3ê Îlona 2025ê) li ser tora civakî ya Xê ragihandiye ku, edilandina madeya 12ê ya Qanûna Desthilata Bergiriya Neteweyî (NDAA) pêşkêşî Kongirêsê kiriye, ew jî wekî piştgirî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî hevpareke stratejîk a Amerîkayê ya girîng.

Di wê edilandinê hatiye ku, Kongirês wesa difikire ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevpareke stratejîk a Amerîkayê ya girîng e û divê Hikûmeta Iraqê destan ji bizavên xwe yên neseqamgirkirina wê, xasma jî rawestandina mûçe û mafên darayî yên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berde.

Joe Wilson tekez jî kiriye, “Divê Hikûmeta Iraqê destan ji bizavên xwe yên ji bo pêşîgirtina li pêşxistin û hinardekirina çavkaniyên enerjî û petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve berde.” Herwesa gotiye, “Divê Hikûmeta Iraqê rêyê li wan êrîşan bigire yên ku ji hêla milîsên Iraqî ve tên kirin û ji hêla Hikûmeta Iraqê ve piştgiriya darayî jê re tê kirin.”

Navbirî eşkere jî kiriye, “Amerîka piştgirîya dabînkirina rêkarên ewlehiyê yên pêdivî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, da ku li beranberî êrîşên Îranê û milîsên wê yên kirêgirtî yên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çavkaniyên wê yên enerjiyê xwe biparêze.”

 
Fly Erbil Advertisment