Tirkiye: HSD li ser yekparçeyîya Sûriyeyê û ewlehiya Tirkiyeyê gef e

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pabendnebûna xwe ya bi peymanan gefê li ser yekparçeyîya Sûriyeyê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê çê dike.”
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 4ê Îlona 2025ê) di beyannameyekê de ragihand, “Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û gavên ku ji bo pêkanîna peymanên wê tên avêtin dişopînin." Herwesa got, “Em dê ji bo aramî û tenahiyê hemî rêkarên piştgiriyê ji bo Hikûmeta Sûriyeyê bi cîh bînin.”
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di beyannameya xwe de amaje da ku, pabendnebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi danîna çekan û çûna nav artêşa Sûriyeyê li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê dibe gef.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê eşekre jî kir, “Artêşa Tirkiyeyê 580 kîlometrên tunelên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de li Tel Refet û Minbicê li bakurê Sûriyeyê wêran kirin."