Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im bîranîna rojbûna Pêxember, xweşî û aramiyê bi xwe re bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin), peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê, 4ê Îlonê di peyamekê de pîrozbahiyên xwe yên herî germ li tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev bîranîna pîroz, xweşî û aramiyê bi xwe re bîne û bibe sedema aştî û asûdehiyê ji bo herkesî.

Di beşeke din a peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: "Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku di bîranîna jidayikbûna Pêxember de, peyama wî ya aştîxwaz, mirovperwer û qenciyê, li ser civaka misilmanan û mirovahiyê serwer bibe û rêberiya me hemûyan bike."

Di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî got: "Her sal bi xweşî be, li herkesî pîroz be."

 
Fly Erbil Advertisment