Viyan Dexîl: Hikûmeta Iraqê tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, Viyan Dexîl ragihand, vegera koçberên Şingalê pêwîstî bi dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn heye û rexneyeke tund li hikûmeta Iraqê girt û got: "Ya ku piştgiriya me dike Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê hikûmeta Iraqê tiştek ji bo me nekiriye."

Viyan Dexîl îro 4ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de got, vegerandina koçberan bo ser cih û warên xwe, bi taybetî ji bo Şingalê, gelekî girîng e û weke parlamenter ew ê hemû hewlên xwe ji bo vegera wan bidin.

"Nabe ku di nav kavilan de bijîn"

Viyan Dexîl tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê kir û wiha axivî: "Berî vegera koçberan, divê dibistan, nexweşxane û cihên giştî yên Şingalê werin avakirin û elektrîk û av jî ji bo xelkê werin dabînkirin. Nabe ku ew vegerin û di nava kavilên avahiyên hilweşiyayî de bijîn."

"Hikûmeta Iraqê tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye"

Berdevka Frakisyona PDKê herwiha destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî piştgiriya Şingalê dike, weke mînak bi şandina bijîşkên nişdar û pispor û tîmên mezin ji bo çareserkirina malbatên Êzidî.

Di dawiyê de, Dexîl rexneyeke tund li hikûmeta federal girt û got: "Ya ku piştgiriya me ya berdewam dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê hikûmeta Iraqê ji bo me (Êzidiyan) tiştek nekiriye."

 
Fly Erbil Advertisment