Mesrûr Barzanî û Fexrî Kerîm rewşa Iraqê û pirsa mûçeyan nîqaş kirin

Mesrûr Barzanî û Fexrî Kerîm
Mesrûr Barzanî û Fexrî Kerîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî civiyan û herdu aliyan rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê nîqaş kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 4ê Îlona 2025ê) pêşwaziya siyasetmedar û Serokê Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerê Fexrî Kerîm kir.

Di çarçoveya wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê û misogerkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment