Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneka fermî gihîşt Îmaratê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneka fermî gihîşt Îmaratê û biryar e ku, hejmareka hevdîtin û civînan bi rayedarên wî welatî re bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 4ê Berçileya 2025ê) gihîşt Ebûzebiya paytexta Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Îmaratê Seîd Hacirî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Di serdana xwe ya Îmaratê de ku dê çend rojan vekêşe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bi rayedarên bilind ên Îmaratê re bicive û dê pê re li ser zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî û guhertinên dawiyê û pêşveçûnên rewşa giştî ya Iraq û deverê biaxive.

 

 
Fly Erbil Advertisment