Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo hêzên HSDê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabendbûna xwe bi peymana 10ê Adarê piştrast kir, herwesa amadebûna xwe ji bo berdewamiya danûstandinan bi Hikûmeta Şamê re jî diyar kir.
Medyaya nêzîkî HSDê ragihand ku, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper di serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de îro (Pêncşem, 4ê Îlona 2025ê) bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Brad Cooper di çarçoveya wê civînê de tekez li ser piştgiriya berdewam a Amerîkayê ji bo hêzên HSDê kir û ragihand ku, ew dê li ser pêkve karkirina ji bo şerê li dijî terorê û herwesa ji bo parastina kampên DAIŞê û wan girtîgehên ku girtiyên DAIŞê lê ne berdewam bin.
Di civîna di navbera wan de, herwesa rewşa niha ya danûstandinên bi Hikûmeta Şamê re jî hat nîqaşkirin.
Mezlûm Ebdî jî ji aliyê xwe ve amaje da ku, ew pabend in ku peymana 10ê Adarê bi cîh bînin û pêvajoya danûstandinan bidomînin, herwesa girîngiya avêtina pêngavên diyarkirî yên Hikûmeta Sûriyeyê ji bo çêkirina baweriyê jî tekez kirin.