Li Parîsê rêz li Pêşmergeyan tê girtin
Paris Press: Hêzên Pêşmerge sembola fedakarî û têkoşîna gelê Kurd in

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Şaredara Parîsê îro wekî rêzgirtin ji bo fedakariyên Pêşmergeyan park û cadeyên Pêşmerge li Parîsê vedikin.
Malpera Paris Pressê ya Fransayî parve kiriye, Hêzên Pêşmerge sembola fedakarî û têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û mafên wan ên rewa ye. herwesa herdu bajarên Parîs û Hewlerê jî têkiliyên pir xurt hene, Şaredara Parîsê li sala 2019ê serdana Hewlerê kir û yadaştnameya dostaniyê îmze kir.
Vê malpera Fransayî tekez jî kiriye ku, Parîs serbilind e ku di 40 salên borî de enstîtuyek ji bo lêkolînên Kurdî heye.
Îro li parka Ondre Sitronê ya Parîsa paytexta Fransayê di merasîmeke hejî de bi amadebûna amadebûna Serok û Pêşmerge, Serok Barzanî, perde ji ser tabloya Pêşmergeyan tê rakirin. 80 salên rêya Pêşmergetiyê, hîkmet û şehrezayiya Serok û Pêşmerge Serok Barzanî bûye sedem ku doza Kurdan roj bi roj di dîroka siyasîbûn û naskirîbûna nasnameya xwe de qonaxek girîng derbas bike. Çawa ku Kurd, aştî û fedakariyê rihên xwe li Kurdistanê birine xwarê, bi eynî awayî gelên azadîxwaz û aştîparêz jî dê dev ji Kurdan bernedin.
Îro li Parîsa paytexta Fransayê merasîm û çalakiyên cuda cuda dê bên lidarxistin, ku rêzgirtina li têkoşîna Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê temsîl dikin. Serok Barzanî û şandeke Herêma Kurdistanê û bi sedan mêvanan dê di wan merasîm û çalakiyan de amade bibin, ji bilî amadebûna hejmareke Pêşmergeyên kevn, kesatiyên siyasî û akademîk li ser asta Fransa û welatên Ewropayê tevlî çalakiyan bibin. Dostaniya di navbera gelê Kurd û gelê Fransayê de ji têkiliyeke dîrokî tê û ev têkilî bi demê re qonax bi qonax ji ber sedemên armancên hevpar xurttir bûne.
Fransa di seranserê dîrokê de wekî dosta Kurdan hatiye nasîn û serokên wê bi berdewam serdana Herêma Kurdistanê kiriye û di tengaviyan de destê alîkariyê ji bo gelê Kurd dirêj kiriye, xasma di reva milyonî ya sala 1991ê de ku xatûna Danielle Mitterrand a hevjîna Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand serdana Herêma Kurdistanê kir û ew nexweşî bi çavên xwe dîtin ên ku bi serê Kurdan hatibûn.
Rakirina perdeyê ji ser tabloya Pêşmerge li paytexta welatekî wekî Fransayê mana û meremeke mezin heye. Dema ku navê Pêşmerge tê gotin, di hişê piraniya kitekesan civaka Kurdewarî de mirovekî aza û fedakar tê dîtin. Wekî pênaseyeke sereke bi berdewamî hatiye gotin ku, Pêşmerge ji bo neteweya xwe xebatê dike û amade ye ku jiyana xwe ji bo wê yekê feda bike.