Serok Barzanî: Peywendiya gelê Kurdistanê û Fransayê dîrokî ye

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro wekî rojeke dîrokî binav kir. Herwesa got, "Peywendiya gelê Kurdistanê û Fransayê dîrokî ye."

Serok Barzanî îro (Pêncşem, 5ê Îlona 2025ê) di hundirê avahiyê Şaredariya Parîsê de ji Kurdistan24ê re got, "Ez pir kêfxweş im ku min serdana Parîsê kiriye û ez spasiya encûmena vî bajarî dikim.”

Serok Barzanî di derheqa rakirina perdeyê ji ser tabelaya Pêşmerge û vekirina cadeya Pêşmerge li Parîsê de jî got, "Ev karekî pir girîng û dîrokî ye, nîşan dide ku têkiliyên di navbera gelên Kurdistanê û Fransayê de dîrokî ne û em dê wan têkiliyan bidomînin.”

Serok Barzanî tekez jî kir, "Binavkirina cadeyekê li Parîsê bi navê Pêşmerge delîlekî mezin e li ser girîngîdana Fransayê bi gelê Kurd.” Amaje jî da, "Îro rojeke pir girîng û dîrokî ye û ez vê merasîm û roja pîroz li gelê Kurdistanê pîroz dikim.”

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo jî ji aliyê xwe ve got, "Ez pir kêfxweş im ku îro min karî careke din pêşwaziya Serok Barzanî bikim, ev ji bo min pir taybet e. Tevî wê yekê jî, me têkiliyeke baş bi Enstîtuya Kurdî ya Parîsê re heye.”

Biryar e îro li parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Frandsayê di merasîmeke hejî de, bi amadebûna Serok Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, perde ji ser tabloya Pêşmerge bê rakirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment