Şaredarê 15ê yê Parîsê: Ev karê me bo têkoşîna Pêşmergeyan dilsozî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaredarê 15ê yê Parîsê ragihand, “Hêzên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de bergiriyeke bihêz tomar kir û bûn sembola Kurdistanê.”

Şaredarê 15ê yê Parîsê Philippe Goujon îro (În, 5ê Îlona 2025ê) ragihand, “Em îro li vê derê ne da ku soz û evîna xwe ji bo Pêşmergeyan diyar bikin. Tiştê ku em dikin ji bo xebat û têkoşîna Pêşmergeyan dilsozî ye.”

Şaredarê 15ê yê Parîsê ron jî kir, “Em bi vê binavkirinê rêzê li qurbanîdana Pêşmergeyan digirin ji ber ku wan ji bo azadiya mirovahiyê şer kir.” Herwesa got, “Dema ku rejîma Beisê bizav kir ku Kurdan tune bike, hêzên Pêşmergeyan bergiriyeke bihêz kir.”

Philippe Goujon amaje jî da, “Pêşmergeyan bergirî ji çand û nasnameyên xwe kir. Ew neşkestin, belkî wan xwe afirand, ew bûn sembola Kurdistanê. Herwesa wan di şerê li dijî DAIŞê de jî dîrok tomar kir û bi hezaran qurbanî dan û Êzidî parastin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Hejmareke hêzên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de bergirî kir û divê em wan ji bîr nekin.” Herwesa got, “Serok Barzanî jî nûnertiya Kurdan dike.”

Şaredarê 15ê yê Parîsê tekez jî kir, “Em li nav vê parkê pabendbûna xwe ji bo hêzên Pêşmergeyan tekez dikin.”

Serok Barzanî jî her îro li nav Parka André Citroënê ya Parîsê gotarek pêşkêş kir, tê de bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Parîsê û binavkirina cadeyekê bi navê Pêşmerge diyar kir.

 
 
Fly Erbil Advertisment