Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê ber bi cîhanîbûnê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê li gorî sîstema rêzbendiyê ya navdar a CWURê ji bo sala 2025ê di nav 8% ya zanîngehên yekê yên cîhanê de cih girtiye.

Ajansa IRNAyê ya Nûçeyan ji zarê Serokê Zanîngeha Kurdistanê ragihand: "Li gorî encamên rêzbendiya sala 2025ê ya Navenda Vavartina Zanîngehên Cîhanê (Center for World University Rankings), Zanîngeha Kurdistanê di nav 21 hezar û 462 zanîngehên nirxansdî de li rêza 1700ê û di nav zanîngehên Îranê de jî li rêza 28ê cih girtiye.”

Serokê Zanîngeha Kurdistanê Adil Siyosê Merde herwesa got: "Ev serkeftin bi sê pileyên serkeftinê di pileya neteweyî de hatiye bidestxistin û di vê vavartinê de, Zanîngeha Kurdistanê ji gelek zanîngehên navdar ên Îran û deverê jortir hatiye destnîşankirin; wekî Zanîngeha Buelî Sînayê Hemedanê, Zanîngeha Razê ya Kirmaşanê, Zanîngeha Xarezmiyê ya Tehranê, Zanîngeha Mazinderanê û Zanîngeha Yezdê.”

Serokê Zanîngeha Kurdistanê li dawiyê jî got: “Sîstema rêzbendiyê ya CWURê zanîngehan li ser bingeha çar pîvanên sereke dinirxîne: hînkirin (25%), şiyana damezrandina derçûyan (25%), endamên desteya Zanistî ya Bilind (10%) û vekolîn (40%).”

Zanîngeha Kurdistanê li sala 1974ê bi navê Dibistana Bilind a Sineyê bi ser Zanîngeha Perwerdehiya Hînkirinê ya Tehranê ve hat damezrandin û li sala 1991ê ji aliyê Wezareta Zanist û Vekolînê ya Îranê ve bi awayekî fermî wekî Zanîngeha Kurdistanê hat nasandin.

Vê zanîngehê niha heşt kolej hene; Ziman û Wêje, Zanistên Mirovî û Civakî, Zanistên Bingehîn, Çandinî, Çavkaniyên Xwezayî, Endezyarî, Huner û Mîmarî, Zanistên Bingehîn û Endezyarî-Teknîkî ya Bîcar. Herwesa 11 hezar û 200 xwendekar li 56 pişkên bekaliryosê, 114 pişkên masterê û 30 pişkên PhDê mijûlî xwandinê ne.

Zanîngeha Kurdistanê bi wergirtina nêzîkî 500 xwendekarên biyanî li ser asta navneteweyî jî navûdengekê baş bi dest xistiye.

 
 
Fly Erbil Advertisment