Îranê ava Zêya Biçûk bi temamî girt û Qeladizê bê av hişt

Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê ava Zêyê Biçûk bi temamî girt û bi vê yekê re Projeya Ava Xas a ku ava vexwarinê ji bo bajarê Qeladizê dabîn dike, rawestand. Ev pêngav bûye sedema metirsiyeke cidî ya bêaviyê li ser bajêr û dabeşkirina avê li ser taxan hatiye rawestand.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, ji ber rawestandina Projeya Ava Xas, ev demek e dabeşkirina ava vexwarinê li taxên Qeladizê hatiye rawestandin û ev yek bûye sedema pirsgirêkên mezin ji bo welatiyan.
Rêveberê Ava Qeladizê: "Îran avê ji bo elektrîkê bikar tîne"
Derbarê sedema girtina avê de, Rêveberê Ava Qeladizê, Marif Mehmûd, ji K24ê re got: "Îranê ji sala 2017an ve li ser Zêyê Biçûk, li devera Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê Bendava Kolese ava kiriye. Li ser vê bendavê projeyeke karîz-avî (karo-avî) heye ku dikare 150 megawat elektrîkê berhem bîne."
Marif Mehmûd diyar kir, Îranê niha ev proje ji bo çareserkirina kêşeya xwe ya navxweyî ya elektrîkê xistiye tevgerê û ji ber vê yekê ava Zêyê Biçûk bi temamî girtiye. Wî got: "Îran salane di vî werzî de av berdidida, lê îsal bi taybetî piştî şerê 12-rojî yê bi Îsraîlê re, rastî kêşeyeke mezin a kêmbûna elektrîkê hatiye, lewma avê digire da ku sûdê jê werbigire."
Rêveberê Ava Qeladizê da zanîn ku ew di hewla dîtina çareseriyeke demkî de ne û got: "Em hewl didin bi çêkirina bendavan li ser çemên navxweyî, rêya avê ber bi Projeya Ava Xas ve bizivirînin. Lê em ne piştrast in ku ew qas av dê besî dabînkirina pêdiviya xelkê bike yan na."