Berhema nû ya helbestvan Husên M. Hebeş "Jibîrkirin" derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Berhema nû ya helbestvanê Kurd ê navdar Husên M. Hebeş a bi navê "Jibîrkirin", ku pêşî di sala 2022an de bi zimanê Spanî li Kosta Rîkayê hatibû weşandin, niha bi zimanê Kurdî ji aliyê weşanxaneya Ramîna ve li Londonê gihîşt ber destê xwendevanan.

Helbestvan Husên Hebeş derbarê vê berhema xwe ya nû de, ji K24ê re diyar kir, pirtûka "Jibîrkirin" ku ji 114 rûpelan pêk tê, bi bergeke hunerî ya şêwekara Kurd Malak Muxtar hatiye xemilandin û dîzayna wê ji aliyê Jona Leonard ve hatiye çêkirin. Ev berhem, weke berdewamiya karê helbestvan ê navneteweyî tê dîtin, ku deng û hestê Kurdî digihîne qada wêjeya cîhanê.

Husên Hebeş got jî: “Ji berî ev berhem bi Kurdî were weşandin, ew di sala 2022an de li Kosta Rîka ji hêla Mala Helbest û Zanîngeha San Jose ve bi zimanê Spanî hatiye weşandin. Herwiha, di nava du mehên dawî de, min li bajarê Saragossa yê Spanyayê berhevoka helbestan bi zimanê Spanî jî bi navê Kurd û Xweda weşandibû.

Husên M. Hebeş kî ye?

Husên M. Hebeş di sala 1970'yî de li gundê Şiyê yê Efrînê, Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye û ji dawiya sala 1996an ve li Almanyayê dijî. Ew yek ji helbestvanên Kurd ên herî berhemdar û çalak e li ser asta cîhanê.

- Berhem: Heta niha 23 pirtûkên wî hatine weşandin, ku gelek ji wan bi zimanên Spanî, Îngilîzî, Frensî, Romanî û Çînî ne.

- Werger: Helbestên wî ji bo zêdetirî 30 zimanên cîhanê hatine wergerandin û di bêtirî 200 antolojiyên helbestî yên navneteweyî de cih girtine.

- Xelat: Hebeş xwediyê gelek xelatên navdar ên navneteweyî ye, di nav de "Xelata Helbestvanê Herî Baş ê Navneteweyî" li Çînê (2016), "Xelata Hamid Bedirxan" (2022), Xelata Navneteweyî ya "Bosnian Stećak" li Bosnayê (2022) û "Xelata Wêjeyî ya Navneteweyî ya Kathak" li Hindistanê (2024).

- Festîval: Ew beşdarî bi dehan festîvalên helbestê yên navneteweyî li welatên weke Kolombiya, Meksîko, Fransa, Çîn, Taywan, DYA, Hindistan û gelek welatên din bûye.

Nimûneyek ji Helbestên Pirtûkê:

Wek Kurdekî Ku Ji Serhişkiya Xwe Hez Bike!

Ez ji van çiyayên asê
û ji van çemên ku bi çogên sist
digihînin dawiya habûna xwe,
hez dikim.

Ez ji van kevirên ku serhişkiyê
di kela germbûna havînê de
bi tîna rokê re dikin,
hez dikim.

Ez ji vê axa ku rengê wê mîna rengê laşê min e
û vê xaka ku ew ji berî hemû tiştan dilê min e,
hez dikim.

Ez ji vê toza ku ew kila çavên min e
û ji vî bayê ku ew dermanê cegera min e,
hez dikim.

Ez ji van kizwanên bejinkin
û ji van guvîjên bêhnxweş,
hez dikim.

Ez ji van sorbelanan û stiriyên wan,
û ji van zeytûnan û ji bîranînên wan,
hez dikim.

Ez ji vî qamîşê zirav yê ku herdem
li ser kenara çem distirê
û ji vê gola tarî ku tê de beq bê vehes diqîrin,
hez dikim.

Ez ji van kulîlkên mêst yên spî mîna dilê min
û ji van ganguliyên ku biratiya xwîna min dikin,
hez dikim

Ez ji van malên axî
û ji van konên ku mîna alayan
li derdora gundên jibîrkirî liba dibin,
hez dikim

Ez ji van rezên comerd ku tirî û meyê didin me
û ji van guliyên zer yên gênim
ku nên û xwarinê didin me,
hez dikim.

Ez ji van tîtiyên ku bi xwe serbilind
û ji van sîsirkên ku herdem di tariyê de fît dikin,
hez dikim.

Ez ji welatê xwe
ji binî ta serî û ji serî ta binî,
hez dikim,
hez dikim wek Kurdekî
ku ji serhişkiya xwe hez bike,
hez dikim.

 
 
Fly Erbil Advertisment