Belgefîlma Çengên Stiranbêj li mezintirîn festîvala fîlman a Asyayê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) - Belgefîlma dirêj a Çengên Stiranbêj, ku ji nivîsîn û derhênana Hêmin Xalidî ye, di Gera 30ê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Busanê de ku wekî Oskara Asyayî tê nasîn dê bê nîşandan.

Hêmin Xalidî yê nivîser û derhênerê belgefîlma Çengên Stiranbêj li ser wê belgefîlmê û tevlîbûna xwe ya di wê festîvalê de taybet ji Kurdistan24ê re got, “Çîroka wê belgefîlmê paralel û têkilî jiyana sê hevjînanan e.” Herwesa got, “Ew belgefîlm li gundê Deretifê yê bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin, ku xelkê wî gundî bi hejmareke mezin a leglegeyan re dijî.”

Ev belgefîlm çîroka Meta Xecê vedigêre, ku jineke pîr e û di sala 64ê ya jiyana xwe ya zewacê de bi hevjînê xwe yê 100 salî re dijî. Ew herwesa mijûlî çarekirina leglegeyeke çengşkestî ye, da ku bikare vegere cem leglegeyên din ku ji bo wexerê amade ne. Her di wê demê de, keça Meta Xeçê jî biryar daye ku wexerê ji bo Ewropayê bike, da ku biçe cem hevjînê xwe û li wê derê bijî.

Peyama belgefîlma Çengên Stiranbêj ev e; Bizavek ji bo nîşandana koçberiyê bêyî xeyalkirina nerîneke nû ji jiyana gundan, ne ji nerîna nostaljîk an xizaniyê, lê ji nerîneke mirovî û hevxemiyê.

Hêmin Xalidî herwesa got, “Qonaxên lêkolîn û hilberîna vê belgefîlmê çar salan dom kir.” Eşkere jî kir, “Ina Tedjova (Gulîzer Gardenzerî) ji Gurcistanê, Sergul Moradî ji Îranê û Zênê Broyan jî ji Belçîkayê hilberînerên hevpar ên vê belgefîlmê ne.”

Çengên Stiranbêj yek ji fîlmên berçav ên îsal ên Festîvala Fîlman a Busanê ye, ku ji bo temaşevanên cîhana fîlman derfeteke nû peyda dike da ku bi nerîneke cudatir li ser têgehên wexerê û têkiliyên malbatî aşna bibin.

 
Fly Erbil Advertisment