Li Tirkiyeyê buhayê mazotê careke din bilind dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bilindbûna buhayên petrolê yên cîhanî û zextên Amerîkayê li ser Rûsyayê, tê payîn ku ji şeva Şemiyê û pê de lîtreya mazotê 3 lîre û 4 qirûş biha bibe
Li Tirkiyeyê dê careke din bihayê sotemeniyê bilind bibe. Hat ragihandin ku ji şeva Şemiyê, saet 24:00 û pê ve, dê nirxê lîtreya mazotê 3 lîre û 4 qirûş zêde bibe.
Sedema vê bihabûnê bi bilindbûna nirxên petrolê yên cîhanî ve tê girêdan. Bi taybetî, tê gotin ku pêngavên dawî yên Amerîkayê yên li dijî şîrketên petrolê yên Rûsyayê, bandoreke rasterast li ser zêdebûna buhayê sotemeniyê li Tirkiyeyê jî kiriye.
Ev zêdebûn di demekê de tê ku welatî jixwe ji ber enflasyon û bihabûna lêçûnên jiyanê di rewşeke zehmet de ne.
