Heme Haşim bi "Bîranînên Kevir" çîrokên êş û keda jibîrkirî vedibêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê navdar ê Kurd Heme Haşim, piştî demeke dirêj, bi pêşangeheke nû û bi bandor a bi navê "Bîranînên Kevir" li paytexta Herêma Kurdistanê vegeriya pêşberî hunerhezan. Pêşangeh bi amadebûna hejmareke mezin ji hunermend, rewşenbîr û berpirsên hikûmetê, roja Sêşemê, 21ê Cotmehê, li Galeriya Midyayê ya Hewlêrê hate vekirin.

Pêşangeh, ku di bin çavdêriya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Hewlêrê de tê lidarxistin, dê 10 rojan, heta 30ê Cotmehê, ji bo serdanvanan vekirî be. Berhemên Haşim ên nû, bi rêya reng û formên cuda, çîrokên kûr ên êş, ked û bîranînên jibîrkirî yên civaka Kurd û mirovahiyê vedibêjin.

Kevir Wek Sembola Êş û Rûmetê

Heme Haşim di derbarê felsefeya berhemên xwe de ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir ku her beşek ji pêşangehê çîrokeke cuda hildigire. Herwiha got: “Bîranînên me yên tal gelek in. Min bi taybetî ev kar terxan kiriye ji bo wan goristanên bênavnîşan, bi taybetî ew keç û jinên ku li ser navê ‘rûmetê li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine kuştin. Ew li deverên dûr tên veşartin û min xwest bi riya van keviran rûmet û şanaziyekê bidim wan.”

Beşeke din a pêşangehê, ku ji stûnên kevir û nanê tenûrê pêk tê, balê dikişîne ser jiyana karker û zehmetkêşan. Haşim dibêje: “Ev kar monûmentek e ji bo wan karkerên ku ji bo peydakirina perçeyek nan bi zehmetiyeke mezin dixebitin û carinan ji avahiyên bilind dikevin û jiyana xwe ji dest didin.”

Hunermend herwiha behsa tabloyên ku ji çîroka cotkarekî li başûrê Iraqê îlhama xwe wergirtine kir, ku ew cotkar ji bo her termê enfalkiriyên Kurd ên ku li devera wî hatibûn veşartin, kevirek wek nîşaneya bîranînê datanî.

Heme Haşim Kî ye?

Heme Haşim (Mihemed Haşim Rustem) di sala 1973an de li bajarê Koyeyê ji dayik bûye û wek yek ji stûnên hunera şêwekarî ya nûjen a Kurd tê naskirin. Wî Peymangeha Hunerên Ciwan qedandiye û heta niha 15 pêşangehên taybet li welatên wekî Fransa, Almanya, Polenda, Amerîka, Misir û Îranê vekirine. Herwiha beşdarî zêdetirî 150 pêşangehên hevbeş bûye.

Ji bilî karê şêwekariyê, Haşim nivîskarekî çalak e û şeş pirtûk di warê huner û rexneya hunerî de nivîsandine, ku di nav wan de lêkolînên li ser hunermendên cîhanî yên wekî Van Gogh, Rodin û Michelangelo jî hene.

 
Fly Erbil Advertisment