Berken Bereh: Ji bo pêşxistina xwendina bi kurdî divê perwerdehî bi kurdî be
Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê dest pê kir, di pêşangehê de weşananeyên kurdî jî bi pirtûkên kurdî û nivîskarên kurd beşdar in. Nivîskarên kurd bal kêşandin ku li Bakurê Kurdistanê di warê xwendin û nivîsîna bi kurdî de pirsgirêk hene û heta ku perwerdehiya bi zimanê kurdî newe cîbicîkirin pirsgirêkên kurdî çareser nabin.
Li Diyarbekirê di Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamya de bi rêrismekê Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê ya 9. hat vekirin. Di pêşangehê de îsal 200 weşanxane beşdar in û 31weşanxane jî yên kurdî ne. Sala borî 215 hezar welatiyan serdana pêşangehê kiribûn û îsal weşanxane û nivîsakr hêvî dikin ku ji sala borî zêdetir xwîner serdana pêşangehê bikin. Nivîskarên kurd jî derbarê pêşangehê de amaje kirin ku pêşangehên wisa ji bo pêşxistina xwendin û nivîsîna bi kurdî girîng û pêwîst in û bal hate kêşan ku li Bakurê Kurdistanê xwendina bi kurdî ne di astek baş de ye.
Nivîskar Berken Bereh ji K24ê re got: “Ji bo ku xwendina bi kurdî zêde bibe divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê da ku zarokên kurd bi dilê xwe bikaribin pirtûkan bixwînin û bineqînin. Divê di hemu beşe jiyanê de kurdî bibe zimanê têkilîdanînê. Ne wisa be ziman bi fantaziyan pêş nakeve.”
Weşangerên kurd jî bo li darxistina pêşangehên pirtûkan anîn zimên ku bo pêşîlêgirtina bişaftinê derfetên girîng peşkeş dikin û weşangerên ji Rojavayê Tirkiyeyê hatîn jî amaje kirin ku xwînerên Bakurê Kurdistanê li gorî xwînerên Rojavayê Tirkiyeyê bêhtir polîtîk in.
Yusif Bextewar: “Yên kurdî dixaxifin hene lê yên kurdî dixwînin kêm in, pêşangehên wisa xizmeta pêşxistina xwendina bi kurdî dikin.”
Mîr Mihemed Noşîrvan: “Em hêvî dikin ku ev pêşangeh sudê bide pêşxstina weşangeriya bi kurdî jî.”
Mazlum Subaşi: “Em ji Stenbolê beşdarî pêşangehê dibin. Bi çavdêriya min xwînerên Diyarbekir li gorî yên Rojavaya Tirkiyeyê bêhitr polîtîk in. Xwînerên vêderê dizanin çi dixwazin, di neqandinên xwe de zelal in. Ev taybetmendî li Rojavayê Tirkiyeyê kêm tê dîtin.”
Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekir dê heta 26ê cotmehê bo welatiyan vekirî be û dê di pêşangehê de ji bilî pêşandana pirtûkan li ser mijarên dîrokî, civakî û siyasî panel û konferans jî werin li darxistin.