Helbestvana ciwan Xalîsa Hesen berhema xwe ya yekem ‘Hestên Terqiyayî’ çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd a ciwan a ji bajarê Kobanê, Xalîsa Hesen, pirtûka xwe ya yekem a helbestan bi navê ‘Hestên Terqiyayî’ çap kir û gihand ber destê xwendevanên wêjeya Kurdî.
Pirtûk ji aliyê Desteya Çandê ya Cizîrê ve hatiye weşandin û ji 24 helbestan pêk tê. Naveroka helbestan, wek ku nivîskar bi xwe jî destnîşan dike, li ser mijarên wekî welat, zehmetiyên jiyanê, jin û evînê ne, ku her yek ji van babetan bi hest û zimanekî helbestî yê xurt hatine hûnandin.
Xalîsa Hesen derbarê berhema xwe de ji Kurdistan24ê re axivî û got: “Ev berhem ji rastiya min û ji hestên min derketiye. Baweriya min ew e ku her çiqas nivîskar bi awayekî rast û durist binivîse, ewqas zêdetir nêzîkî hestên xwendevanan dibe.”
Wek berhema xwe ya yekem, Xalîsa Hesen giringiyê dide nêrîn û nirxandinên xwendevanan û wiha pê de çû: “Ji ber ku projeya min a yekem e, ez pir dixwazim nêrînên her kesî bibihîsim. Li gorî min, helbesta serkeftî ew e ku her xwendevan perçeyek ji xwe tê de dibîne û hest dike ku ew ji bo wî hatiye nivîsandin.”
Xalîsa Hesen kî ye?
Xalîsa Hesen ji bajarê Kobanê ye. Wê Peymangeha Şehîd Zozan a Ziman û Wêjeya Kurdî bidawî kiriye. ‘Hestên Terqiyayî’ yekem pirtûka wê ya çapkirî ye.
Xalîsa beşdarî gelek festîval û pêşbirkan bûye û çendîn xelatên giring bi dest xistine, ku hin ji wan ev in:
- Festîvala Osman Sebrî ya Afirandinê, 2020 – Pîleya Yekem
- Festîvala Jinê ya Wêje û Hunerê li Qamişlo – Pîleya Yekem
- Pêşbirka Helbestan a Şehîd Viyan Amara li Kobanê, 2020 – Pîleya Duyem
- Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan, 2022 – Pîleya Duyem
Bi van xelatan, Xalîsa Hesen wek dengeke nû û hêvîdar di nav nifşê ciwan ê helbestvanên Kurd de cihê xwe digire.
Helbestek ji pirtûka “Hestên Terqiyayî” ye:
Tenê Çiya Bi Êşên Çiyayan Dizanin
Beriya ku roj ji bişirîna te hile
Beriya ku bayekî rojavayî li ser lêvên te xwe zuha bike
Di xewneke destanî de, hêviyên te xwe bi şîranî li hêvîyên min gerandin
Bi şermokeke beradayî dilê min
Çavên te yên hingivî, çavên te yên zagrosî dihejandin
Û teberka QereBerkel li derdora te dikirin kodeke evînî
Her şev giyanê te dikim ziyaret û bi hezaran caran tofa nimêja evîna te dikim
Her şev paçê qederê li dilê xwe û li çavên te girêdidim
Her şev bê zanebûn xwe li xala rûyê te digirim û xwe ji wendabûnê rêzgar dikim
Ez dizanim …
Erê ez dizanim, tenê çiya bi êşên çiyan dizanin
Tenê wêneya te, wêneya te di dilê min de hêdî hêdî xwe li ser piştê radixîne
Ma xwe ji çiyan vedişêre?
A ..ma hîn jî tu naxwazî xwe veşêrî…?!
Xweziya min jî kariba xwe wek te di dilê xwe de wenda bikira
Û xwe ji çiyayên bêçem ve xûya nekiriba
Her ku çiyayek xwe dixemilîne ez bêhtir ji te hez dikim
Her ku çemek nû dizê ez bêhtir ji te hez dikim
Her ku dilê min dibişkive, ez bêhtir ji te hez dikim
Û êşa derdê dilê Baqî Xido roj bi roj ji nû ve ji gorê radikim
Bi dengbêjîyeke lal ji êşên stûxar re
Hêdî hêdî ritimên straneke daketî ji miriyan lê didim
Ma qey ewqas kêfa wan wek te ji tenêtîyê re tê?
Ez wan nabînim, na ez wan nabînim
Tenê wek te, tenê wek te di helbesteke efsaneyî de dibînim
Xwe li ber çavên min dikî straneke evînî,
hevalekî xwînşîrîn
Xwe dikî qehweyeke bişekir
Tevî ez ji şîraniyê hez nakim
Lê eşqa te zagonên min derbas kirin.