Derçûyên kolîjên Xaneqînê li dijî biryareke Iraqê di grevê de ne

Xaneqîn
Xaneqîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ev 20 roj in ku derçûyên kolîjên Xaneqînê di grevê de ne û daxwaz dikin ku, Hikûmeta Iraqê itîrafê bi bawernameyên wan bike. Tekez jî dikin ku eger pirsgirêka wan neyê çareserkirin, ew dê li ser greva xwe berdewam bin.

Eyûb Hesen, ku bavê derçûyeka zanîngeha ye, ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ez bavê sê keçan im û hemî jî derçûyên Kolîja Ziman û Mirovahiyê ne, yek ji wan pişka Erebiyê, ya din pişka Îngilîziyê û ya din jî pişka derûnzaniyê temam kiriye.”

Navbirî herwesa got, "Niha Hikûmeta Iraqê itîrafê bi bawernameyên wan nake, ji ber vê yekê jî ev 20 roj in ez bi van ciwanan re li vê derê me û em daxwaza mafên xwe dikin.”

Daxwazên van derçûyan damezrandin û itîrafkirina bi bawernameyên wan in. Her yek ji wan pişkeka Zanîngeha Germiyanê ya hikûmetê temam kiriye, lê Hikûmeta Iraqê itîrafê bi bawernameyên wan nake û ew ji damezrandinê bêpar kirine, lewma jî wan çadira nerazîbûnê vedaye û ketine grevê.

Nûnera Xwendekaran Rajan Mecîd got, “Em hemî li vê derê ne, ev 20 roj in ku em di grevê de ne û em derçûyên kolîjên girêdayî Zanîngeha Germiyanê ne, ji ber vê yekê jî me biryar daye ku heta ku ew itîrafê bi bawernameyên me nekin, em rêyê nedin ku deriyên zanîngehan bên vekirin.”

Rajan Mecîd amaje jî da, "Hikûmeta Iraqê derçûyên me ji ber pirsgirêkên erdê bi tundî ceza kirine, ku ev jî neheqî ye û tiştekê wesa di tu welat û qanûnan de tune ye. Ji ber vê yekê jî heta ku daxwazên me neyên bicîhanîn, em dê destûrê nedin ku dewam li zanîngehan bê kirin."

Ev derçûyên Xaneqînê nîgeran in ku Hikûmeta Iraqê ew ji damezrandinê bêpar kirine, ji ber vê yekê jî ew dixwazin bi rêya nerazîbûn û grevan dengê xwe bigihînin aliyên peywendîdar, daxwaz jî dikin ku ew nebin qurbaniyên hevrikiyên siyasî.”

Hikûmeta Iraqê jî ji wan derçûyan re dibêje, “Itîraf bi kolîja we nehatiye kirin û ew kolîj wekî zêdegavî li ser axa Iraqê hatiye avakirin.”

Fly Erbil Advertisment