Sala nû ya perwerdehiyê dest pê kir: Tenê 150 mamosteyên kurdî mane
Diyarbekir (K24) – Di destpêka werzê nû yê perwerdehiyê de li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê disa neyîna perwerdehiya bi zimanê kurdî di rojevê de ye . Mamoste amaje dikin ku divê kurdî bibe xwedî statu û zêdetir mamoste werin peywirdarkirin. Saziyên sivîl jî dibêjin ew hêvî dikin ku pêvajoya çareseriyê bibe wesîle ku bo zimanê kurdî gavên şênber werin avêtin.
Werzê Perwerdehiya 2025 û 2026ê li Tirkiyeyê dest pê kir û li Bakurê Kurdistanê jî hem astengiyên pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî û hem jî kêmbûna dibistan û mamosteyan di rojevê de ne. Her çiqas di pergala perwerdehiyê de waneya bijare ya zimanê kurdî hebe jî mamoste dibêjin ev yek bo pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê kurdî nabe çareserî û divê zêdetir mamoste werin peywirdarkirin ku 13 salan de 250 mamosteyên zimanê kurdî hatine peywirdarkirin 10 mamosteyan dest ji kar berdane, 45 mamosteyan beşa xwe guherîne û niha tenê 150 mamosteyê zimanê kurdî mane.
Berpirsê Zimanê Kurdî yê Yekîtiya Sendîkayên Perwerdekaran Hudaî Morsumbûl ji K24ê re got: “Hijmara xwendekaran zêde ye lê li gel vê yekê hijmara mamsoteyan kêm e, divê zankoyan de beşên zimanê kurdî werin zêdekirin da ku zêdetir mamsote werin gihandin. Divê di warê yasayî de jî perwrrdehiya bi zimanê kurdî were gerentîkirin.”
Saziyên sivîl jî dibêjin bi salan e bo belavbûna waneya bijare ya zimanê kurdî ew kar dikin her ku diçe xwendekarên kurd bêhtir li zimanê xwe xwedî derdikevin ku îsal 59 hezar û 372 xwendekaran waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijartine.
Rêveberê DILKURDê Mehmed Saît Ozturk dibêje: “Eger astengiyên pêşiya zimanê kurdî de werin rakirin bêguman dê zarokên kurdan jî malbat jî bo perwerdehiyê zimanê xwe bineqînin ku em dibînin her ku diçe eleqeya bo waneya bijare ya zimanê urdî jî zêdetir dibe.”
Sazî û rêxistinên zimanê kurdî amadekariyan ku raportek derbarê perwerdehiya zimanê kurdî de amade bikin û pêşkêşî parlementoyê bikin. Sazî bi hêvî ne ku ji ber pêvajoya çareseriya pirsa kurd gavên şênber werin avêtin.