Serok Barzanî: Vekişîna Amerîkayê dê DAIŞê ji nû ve zindî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala France24, hişyarî da ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê dê bibe sedema ji nû ve vegera rêxistina terorîst a DAIŞê. Herwiha Serok Barzanî derbarê rewşa Sûriyeyê de nîgeraniyên xwe anî ziman û pêşwazî li biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo danîna çekan kir.

Derbarê plana vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê di dawiya sala 2025an de, Serok Barzanî got: "Bêguman, bi vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, em ê rûbirûyê heman senaryoya sala 2012an bibin û DAIŞ dê ji nû ve zindî bibe."

Serok Barzanî hişyarî da û got: "DAIŞ metirsiyeke cidî ye û me ev yek çendîn caran bi awayekî fermî dûbare kiriye û ev beşek ji siyaseta me ye."

Derbarê rewşa Sûriyeyê û peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de ku di Adara îsal de hatibû îmzekirin lê hîn nehatiye cîbicîkirin, Serok Barzanî nîgeraniya xwe anî ziman ku dê rewş û têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de xirabtir bibin û rê li ber destwerdaneke derve vebe.

Herwiha tekez kir: "Divê pirsgirêk werin çareserkirin, lê ne bi şer, ji ber ku şer ne çareserî ye. Herwiha, divê desthilata nû hemû pêkhateyên cuda yên welat û taybetmendiyên wan li ber çavan bigire."

Derbarê helwesta Tirkiyeyê de, Serok Barzanî got ku Tirkiye piştgiriyê dide proseya aştiyê û peymana di navbera HSD û Şamê de û got, "Em jî bi heman awayî piştgiriyê didin wê proseyê. Me bi hev re hewl da ku peyman bi awayekî rast were cîbicîkirin."

Di beşeke din a hevpeyvînê de, Serok Barzanî pêşwazî li biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo danîna çekan kir û got: "Ez wiha bawer dikim ku ev helwesta wan dê bibe sedema aştiyê li herêmê û azadkirina rêberê wan ê girtî, Abdullah Ocalan."

Deqa hevpeyvîna Serok Barzanî bi France24ê re

France24: Rêzdar Barzanî, dixwazim bi rewşa Sûriyeyê dest pê bikim. Piştî destbikarbûna desthilata nû, me tundûtûjiyeke mezin li dijî kemîneyan, Elewiyan, Durziyan û herwiha Kurdan jî dît. Di meha Adara îsal de, peymanek di navbera Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Ehmed Şera, serokê nû yê Sûriyeyê de ji bo yekxistina saziyên leşkerî û sivîl ên vê herêmê bi hikûmeta navendî re hat îmzekirin, lê ev peyman nehatiye cîbicîkirin. Gelo hûn hest bi tundûtûjiyeke zêdetir û heta şerekî navxweyî jî dikin?

Serok Barzanî: Bêguman, guhertina di rejîma Sûriyeyê de dê bibe çareserî ji bo hejmarek ji pirsgirêkên Sûriyeyê. Me hewleke mezin daye ji bo misogerkirina yekrêziya Kurdan û gihiştina aştiyê. Me piştgirî daye Kurdên Sûriyeyê. Ez bi Mezlûm Ebdî re civiya me û herwiha min piştgirî da wê peymanê ya ku di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin. Em nîgeran in ku dibe ku rewş ber bi alozbûnê ve biçe. Digel vê yekê, em piştrast in ku divê aştî neyê jibîrkirin. Tirsa min a herî mezin ew e ku cûreyek destwerdan çêbibe û bibe sedema derketina şer di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de. Ev tirsa min a herî mezin e û em ê her tiştî bikin da ku pêşî lê bigirin. Divê em pirsgirêkan çareser bikin. Divê baldariya me ne li ser şer be, ji ber ku şer ne çareserî ye. Bi dîtina min, divê desthilatên nû hemû taybetmendiyên pêkhateyên welat li ber çavan bigirin. Divê ew hemû pêkhateyan û hemû tiştên ku wan cuda û taybet dikin li ber çavan bigirin, nexwe encamên wê dê xirab bin.

France24: Hûn dibêjin ku hûn ji destwerdanên derve nîgeran in. Bila em bi zelalî biaxivin. Tirkiyeyê gef li HSDê xwariye. Ew dibêjin, HSD peymana bi hikûmeta navendî re naxwaze. Herwiha ji aliyê Tirkiyeyê ve bi wê yekê hatine tometbarkirin ku pêwendiyên wan bi Îsraîlê re hene. Pêwendiyên we yên pir baş li gel Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hene. Gelo hûn jê dixwazin ku destwerdana leşkerî neke?

Serok Barzanî: Pêwendiyên me yên berdewam li gel Serokê Tirkiyeyê hene. Bi awayekî asayî, hin tişt hene ku divê em bi Tirkiyeyê re li ser bixebitin. Tirkiye piştgiriyê dide pêvajoyên aştiyane. Wan jî wek me piştgirî da peymana meha Adarê. Me bi hev re hewl da ku em piştrast bin ku peyman bi awayekî rast tê cîbicîkirin, lê hin zehmetî û astengî hebûn û rê ne hêsan e.

France24: Hûn dikarin ji me re bibêjin gelo hûn li dijî destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê li dijî van hêzan in?

Serok Barzanî: Ez bawer nakim ku ev kom li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê bin. Serkirdeyên Tirkiyeyê xwasta xwe anîne ziman ji bo gihiştina çareseriyekê û ji bo ku çarenûsa gelê Kurd zelaltir bibe û ji aloztirkirina rewşê dûr bikevin.

France24: Em behsa Tirkiyeyê dikin, di van demên dawî de pêşhateke mezin çêbû, biryara PKKê ya danîna çekan û xwehilweşandinê. Gelo ev werçerxaneke çarenûssaz e ku bandorê li herêma we jî dike, ji ber ku li vir (Herêma Kurdistanê) danîna çekên wan tê kirin? Gelo ev bi rastî diqewime?

Serok Barzanî: Destpêkê dixwazim bibêjim ku em ê hemû karîna xwe bi kar bînin ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê. Tiştê ku vê carê cuda ye, pêvajoya aştiyê bi xwe ye ji aliyê hikûmet, parlamento û herwiha raya giştî ve. Li Tirkiyeyê em dibînin ku her kes alîgirê pêvajoya aştiyê ye. Ev guhertineke bingehîn e. Gelê Kurd di nav PKKê de, piraniya wan piştgiriya aştî û pêvajoyê dikin. Ev tiştê ku me hêvî dikir. Heta berî destpêkirina pêvajoyê, Abdullah Ocalan şandek şand ku min bibîne. Me karî behsa piştgiriya xwe ya fermî ji bo pêvajoya aştiyê bikin û me her tiştê ku ji me hat xwestin, kir. Em ê li ser vê yekê berdewam bin û em hêvîdar in ku pêvajo aştiyê bîne û bibe guhertineke rastîn li tevahiya herêmê.

France24: Min bihîstiye ku Abdullah Ocalan we vexwendiye ku hûn serdana wî bikin. Gelo ev rast e? Hûn ê serdana wî bikin? Û gelo hûn wisa difikirin ku ji bo alîkariya vê pêvajoyê, pêwîst e Ocalan were azadkirin?

Serok Barzanî: Hêvîdar im ku ez bikaribim wî bibînim, lê li derveyî zindanê.

France24: Gelo we ji Erdogan xwestiye ku Ocalan azad bike?

Serok Barzanî: Di van demên dawî de ez pê re neciviyame, lê ez hest dikim ku azadkirina wî, dê bibe yek ji encamên pêvajoya aştiyê.

France24: Niha em werin ser mijara Iraqê. Careke din, hêzên Amerîkî vedikişin. Plan ew e ku heta dawiya sala 2025an li tevahiya Iraqê û heta dawiya sala 2026an li Herêma Kurdistanê vekişin. Gelo tirsa we ji wê yekê heye ku ev valahiyekê çêbike? Em hemû bi bîr tînin ka çi qewimî cara dawî ku hêzên Amerîkî vekişiyan; DAIŞ derket holê. Gelo tirsa we jî heman e yan rewş bi temamî cuda ye?

Serok Barzanî: Ti guman tê de nîne. Eger hêzên Amerîkî û hevpeymanan vekişin, wê demê em ê rûbirûyî heman senaryoya sala 2012an û DAIŞê bibin û ew ê careke din serî hilde.

France24: Li ber çavgirtina tiştê ku we niha got, gelo we ji rêveberiya Amerîkayê xwestiye ku heta dawiya sala bê hêzan venekişîne?

Serok Barzanî: Ez bawer nakim ku hêz bi temamî vekişin. Me her tim gotiye ku pêwîstiya welatê me bi hêzên Amerîkî û hevpeymanan heye. Sedema wê jî ew e ku DAIŞ metirsiyeke pir rastîn e û me bi fermî gotiye ku ev helwesta me ye. Ev beşek ji siyaseta me ye.

France24: Di meha Tîrmehê de hejmareke zêde êrîş hatin kirin, bi taybetî bi rêya dronan. Endamekî payebilind ê partiya we, hikûmeta Iraqê tometbar kir ku dizane kî li pişt wan êrîşan e, lê newêre bi aşkereyî behsa wan bike, navê wan bîne û wan bide nasîn. Gelo hûn bi wî re hemfikir in û bi dîtina we kî li pişt wan êrîşan e?

Serok Barzanî: Lijneyeke lêkolînê ya hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat pêkanîn. Lêkolîn ji bo wê yekê bû ku bê zanîn ka firokeyên bêmirov ji ku hatine. Plan ew e ku encamên wê lêkolînê di dema xwe de ji raya giştî re bên eşkerekirin. Ez naxwazim niha berî ku bi fermî bê ragihandin, ti daxuyaniyekê bidim yan jî ti hûrgiliyan derbarê raporê de eşkere bikim.

France24: Baş e, me ji gelek berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê bihîstiye ku hêzên Heşda Şeibî bi pêkanîna wan êrîşan tometbar dikin. Ev bi aşkereyî hatiye gotin. Gelo nêrîna we jî heman e? Em dizanin ku di paşerojê de hejmarek destwerdan ji aliyê wan hêzan ve li herêma we hebûn.

Serok Barzanî: Bêguman, hin aliyên naskirî hene, lê em hemû kesên di nav Heşda Şeibî de tometbar nakin. Hin komên diyarkirî hene ku lêkolîn li gel wan tê kirin, lê ez dubare dikim, berî ku rapor bi fermî bê belavkirin, ez naxwazim derbarê ti hûrgiliyên diyarkirî de daxuyaniyekê bidim. Ji xeynî wê, her tişt zelal e.

France24: Pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ev çend sal in aloz in. Di van demên dawî de û di meha Gulanê de pirsgirêkek derket. Hikûmeta navendî, veguhestina darayî û bi taybetî dayîna mûçeyên karmendan rawestand. Wisa dixuye ku li ser vê yekê û herwiha li ser îhtimala hinardekirina petrolê peymanek hatiye kirin. Gelo ev peymaneke rastîn e yan hîn jî pirsgirêk mane û bi awayekî bingehîn ti bawerî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîne?

Serok Barzanî: Mixabin, pirsgirêk hene, divê em di vî warî de rastgo bin. Digel vê yekê, eger îradeyeke rastîn hebe ji bo xebata li ser pirsgirêkan, wê demê em dikarin serbikevin. Destûreke me heye ku ji bo me û ji bo Bexdayê nexşerê ye. Em tiştekî zêdetir ji ya ku di destûrê de hatiye naxwazin, lê em nahêlin destûr bê binpêkirin. Tiştê ku em dixwazin ew e ku destûr bê cîbicîkirin. Herwiha pirsgirêka nasnekirina sîstema federalî jî heye. Ev pirsgirêkek e ku niha heye û Bexda sîstema federalîzmê nas nake.

France24: Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di Cotmeha sala borî de hatin lidarxistin, lê ji wê demê ve parlamento nehatiye avakirin. Gelo hûn ji vê yekê nîgeran in?

Serok Barzanî: Rast e. Cihê mixabiniyê ye ku em ji vê rewşê ne pir kêfxweş in. Em hêvîdar in ku di meha Îlonê de yan jî di rojên pêş de, parlamento bikaribe careke din bicive da ku xuleke nû bide destpêkirin û hikûmetê ava bike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment