Pereyekî girêdayî Komara Serbixwe ya Kurdistanê hat pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê karên sê hunermend şêwekar ên Kurd di pêşangeheke hunerî de kom kirin û çanda Kurdî û xeyalên paşerojê nîşan dan.

Li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê pêşangeheke hunerî hat lidarxistin û tê de tabloyên sê hunermendan hatin pêşkêşkirin, ku li ser çanda Kurdî û nîşandana paşerojê disekinin. Ev pêşangeh şêwazên hunerî yên cuda nîşan dide, wekî dîzayna pereyekî Kurdistanî ji bo paşerojê û şîroveyên cuda cuda ji bo folklora Kurdî.

Aso Mamzade, ku yek ji hunermendên tevlîbûyî ye, dîzayna pereyê paşerojê yê Komara Kurdistanê bi navê "Kurs" pêşkêş kiriye. Berhemên wî nirx û parvekirinên cuda cuda vedigire, wek wêneyê General Mistafayê Barzanî li ser pereyê 200 Kurs, herwesa kesatiyên din ên navdar li ser pereyên 500 Kurs û 50 Kurs.

Aso Mamzade ron jî kir ku, ew dîzayn sembolên neteweyî û kesatiyên girîng vedigirin û pereyê paşerojê yê Kurdistaneke serbixwe nîşan didin.

Hunermend Behadîn Mihemedî jî 13 tablo di wê pêşangehê de pêşkêş kirine. Tabloyên wî bi kûrahî rihên xwe berdane nav çand û folklora Kurdî, bi armanca ku van kevneşopiyên dewlemend bi nifşên nû bidin nasandin.

Behadîn Mihemedî tekez jî kir ku, berhemên wî nirx û rêzgirtinê ji bo mîrata çandî ya Kurdî digihînin, bi rêya tevlihevkirina raman, xeyal û nerînan.

Medya Mihemed jî, ku xwendekar e ku tevlî wê pêşangehê bûye, tabloyên xwe pêşkêş kirin ku tê de xeyal û afirîneriya xwe bi rêya çend wêneyan berçav kirin. Wê amaje da ku ev pêşangeh ne tenê wekî platformek ji bo hunermendan xizmetê dike da ku ew xwe îfade bikin, lê herwesa girêdana di navbera xwendekar, hunermend û civakê de jî xurt dike û ji bo karên hunerî yên paşerojê jî dê îlhamê bide.

Armanca vê pêşangehê ew e ku çanda Kurdî bi nifşê ciwan re bê nasandin û pêşxistin, ku piraniya tabloyên pêşkêşkirî rasterast bi mijarên çandî yên Kurdî ve girêdayî ne.

 
 
Fly Erbil Advertisment