Mesrûr Barzanî: Em li ser radestkirina dahatên negirêdayî petrolê gihîştine qonaxa dawiyê

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro (Sêşem, 9ê Îlona 2025ê) şeşemîn pêşangeha navneteweyî ya veberhênana erd û avahiyan li Hewlêrê vekir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser danûstandinên di navbera Hewler û Bexdayê de li ser mijara mûçeyan û hinardekirina petrolê got, "Me ev gotin gelek caran kiriye û me her car tekez jî kiriye ku, em hêvî dikin ev pirsgirêk di zûtirîn dem de bên çareserkirin, lê her car em dibînin ku pirsgirêkeke nû ji hêla hikûmeta federal ve hatiye derxistin.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Her car jî me bizav kiriye ku wan pirsgirêkan bi awayekî pir pir liserxwe çareser bikin, ji ber ku tiştê ku ji bo me girîng e bextewarî, aramî û tenahiya xelkê Kurdistanê û berdewamiya pêşveçûna aborî ya Herêma Kurdistanê ye, ji ber wê yekê jî Herêma Kurdistanê dê tiştê li ser milê xwe bike û dê berdewam jî be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, "Şandên me niha bi şanda hikûmeta federal re di danûstandinên berdewam de ne. li ser dahatên negirêdayî petrolê, hema bibêje em gihîştine qonaxa dawiyê ya hevfêmkirin. Li ser hinardekirina petrolê jî, Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkek nemaye, ne bi şîrketên hilberîner re û ne jî bi hikûmeta federal re.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ya ku dimîne xaleke di navbera şîrketan û hikûmeta federal de. Şîrket niha ji bo berdewbûna dabînkirina mafên xwe yên darayî daxwaza garantiyê dikin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment