Mesrûr Barzanî: Niha welatên cîhanê çav li Herêma Kurdistanê dikin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Hêzên Pêşmergeyan û xelkê Herêma Kurdistanê rewşeke wesa afirandiye ku niha welatên cîhanê çav li Herêma Kurdistanê dikin."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 9ê Îlona 2025ê) li bajarê Hewlêrê Şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Erd û Avahiyan vekir û ji rojnamevanan re got, “Şandeke şîrketên Amerîkayî li ser vexwandina me îro li vê derê ye û piştî vê pêşangehê jî min civîn bi wan re heye. Ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên bazirganî yên baştir çê bikin, ji bo pêşxistina hemî sektoran ji bilî sektora enerjiyê.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, "Herwekî ku pêştir jî di siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebû, ku sektora bazirganî û aborî ya Herêma Kurdistanê di hemî aliyan de pirreng bike û berfireh bike, ji ber vê yekê ez kêfxweş im ku welatên din niha berê xwe didin Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Ev jî bê guman piranî ji ber wê tenahiyê ye ya ku li Herêma Kurdistanê heye. Em spasiya Pêşmergeyên qehreman û xweragiriya xelkê Kurdistanê dikin ku rewşeke wesa afirandiye. Niha welatên cîhanê çav li Herêma Kurdistanê dikin, ji bo pêşxistina rewşa aborî, bê guman ew bi xwe jî dê ji wê pêşkeftina ku heye feydeyî werbigirin."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dema pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, “Ez her piştî hilbijartinên borî ji bo pêkanîna hikûmetê amade bûm lê divê hevparên me yên din jî amade bin. Her dema ku ew amade bin, hikûmet dê bê pêkanîn.”

 
Fly Erbil Advertisment