Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Kurdistan24ê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Kurdistan24ê kir, ji bo sponsorkirina Şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Erd û Avahiyan li Hewlêrê û got, "Em dixwazin mîna hemî welatên pêşketî di hemî qonaxan de pêşve biçin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro (Sêşem, 9ê Îlona 2025ê) Şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Erd û Avahiyan li Hewlêrê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re li ser vekirina vê pêşangehê, tevlîbûna şîrketên biyanî, pêşxistina Herêma Kurdistanê û çend mijarên din axivî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Kurdistan24ê kir, ji bo girîngîpêdan û sponsorkirina Şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Erd û Avahiyan li Hewlêrê, destxweşî li rêkxistinker û tevlîbûyîyên pêşangehê kir û pesnê bizavên wan ji bo pêşkêşkirina pêşkeftina Herêma Kurdistanê, hem ji welatiyên navxwe û hem jî ji şîrketên biyanî re, da.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, "Her sal em dibînin ku hejmara şîrket û welatên biyanî yên tevlîbûyî zêde dibe. Ev jî ji bo tenahiya Herêma Kurdistanê û wê baweriya ku xelkî bi Herêma Kurdistanê heye vedigere. Ez hêvî dikim ku sal bi sal zêdetir jî pêşve biçe."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştrast jî kir, "Tevlîbûna welatên biyanî li Herêma Kurdistanê û tevlihevbûna berjewendiyên hevpar bi hev re, tevlîbûna şarezahiya welatên din di pêşxistina Herêma Kurdistanê de, girîng e. Welatê me ber bi qonaxeke çêtir û pêşkeftîtir ve diçe. Feydeyên dualî jî hene. Tu şîrketek nayê vê derê, eger feydeyên wê bi xwe jî tune bin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa paşeroja Herêma Kurdistanê de û bi taybetî jî di warê teknolojiyê û pêşxistinê de got, "Em dixwazin mîna hemî welatên pêşkeftî di hemî qonaxan de pêşve biçin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser girîngîdana hikûmetê bi pirrengkirina aboriya Herêma Kurdistanê jî kir, û teknolojiya jî wekî yek ji wan warên sereke hesiband, ku girîngiyeke zêde pê tê dan.