Aliyên Siyasî yên Rojavayê Kurdistanê: Piştgiriya Serok Barzanî dîrokî û berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li peyam û daxuyaniyên dawî yên Serok Mesûd Barzanî kirin û helwestên wî weke piştgiriyeke dîrokî û berdewam ji bo doza Kurd li Sûriyê bi nav kirin. Siyasetmedarên Kurd tekez dikin ku ev piştvanî di qonaxeke hestiyar de ji bo gelê herêmê handan û hêviyeke mezin e.

Endamê Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso diyar kir, ew wek aliyên siyasî bi van helwestên Serok Barzanî ne xerîb in û got: "Cenabê Serok hertim piştgirê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev ne cara yekem e û ne jî ya dawî ye. Me ev piştgirî di berxwedana Kobanê de dît û herî dawî di 26ê Nîsanê de ji bo yekxistina helwesta Kurdî, hewldanên wî hebûn."

Herwiha da zanîn jî, piştgiriya Serok Barzanî ne tenê ji bo Kurdan e û wiha axivî: "Di destpêka şoreşa Sûriyê de, Cenabê Serok karwanên alîkariyê şandin û got bila li ser hemû pêkhateyan – Ereb, Kurd û Suryan – bêne belavkirin. Helwestên wî her dem neteweyî û mirovî ne."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Partiya Çep a Kurdistanê Salih Gedo da zanîn, rola Serok Barzanî di yekrêziya Kurdên Sûriyê de gelekî mezin û dîrokî ye. Gedo got: "Ev rol ne nû ye, ev 10 sal in berdewam e. Piştî şoreşê, ew li pişt damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurd bû. Di şerê Kobanê yê sala 2014an de, hêzeke mezin a Pêşmerge ji bo piştgiriya Kobanê şand. Ev hemû nîşan didin ku ew piştgirê yekrêziya Kurdan û bidestxistina mafên wan di Sûriyeya nû de ye."

 
Fly Erbil Advertisment