Encûmena Wezîran sibe ji bo nirxandina çend mijaran dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe, 10ê Îlonê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî lidar bixe. Li gorî zanyariyan, mijarên sereke yên civînê dê gotûbêjkirina li ser pêşhatên dawî yên dosyeyên hinardekirina petrolê, dahatên ne-petrolî û biryarên dawî yên Encûmena Wezîran a Iraqê bin.

Jêderekî taybet ji K24ê re ragihand, di civîna sibe de, Encûmena Wezîran dê biryarên civîna vê heftiyê ya Encûmena Wezîran a Iraqê ya Federal, ku derbarê van herdu mijaran de hatine dayîn, binirxîne.

Heman jêderî da zanîn jî, ji bilî van herdu mijarên sereke, Encûmena Wezîran dê li ser du xalên din jî gotûbêjê bike.

Ev civîn di demekê de tê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê danûstandinên Hewlêr û Bexdayê yên li ser mijara mûçe û hinardekirina petrolê de got: "Me gelek caran ev yek gotiye û her carê me behs kiriye, ku em hêvîdar in ev pirsgirêk di zûtirîn dem de bên çareserkirin. Lê her carê em dibînin ku pirsgirêkeke nû ji aliyê hikûmeta federal ve derdikeve holê. Me her dem hewl daye ku bi sebreke mezin wan pirsgirêkan jî çareser bikin, ji ber ku tiştê ku li cem me girîng e, bexteweriya xelkê Kurdistanê, aramî û seqamgîriya wan, û berdewamiya pêşketina aborî ya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku dikeve ser milê Herêma Kurdistanê, wê bike û dê li ser berdewam be jî."

 
Fly Erbil Advertisment