Li Kirmaşanê Festîvala Muzîkê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala Mezin a Muzîkê bi beşdariya gelek komên hunerî ji parêzgehên cuda yên Îranê dest pê kir. Festîval, ku dê sê rojan bidome, bûye navendek ji bo hezkiriyên muzîka Kurdî û gelên herêmê.

Festîvala ku bi navê "Yekîtî û Hêz" tê lidarxistin, ji roja 8ê Îlonê dest pê kiriye û dê heta 10ê Îlonê berdewam bike. Di festîvalê de, komên muzîkê ji parêzgehên Kirmaşan, Sine, Loristan, Bûşehr û Xurasana Bakur hunera xwe pêşkêş dikin.

Çalakiyên festîvalê her roj ji saet 17:00ê êvarê heta 21:00ê şevê lidar dikevin û ya balkêş ew e ku beşdarbûna welatiyan bêpere ye, ku ev yek derfetê dide hejmareke zêdetir a hunerhezan ku ji nêz ve guhdariya van awazên resen bikin.

"Armanc, Afirandina Atmosfereke Dilxweş e"

Endamê Encûmena Muzîkê ya Kirmaşanê Pûriya Fetahî di daxuyaniyekê de armanca festîvalê şirove kir û got: "Me hewl da ku em cejneke şad û dilxweş ji bo heval û welatiyan lidar bixin, da ku bikaribin werin ba hev û ji bernameyên muzîkê kêfxweş bibin. Em weke Encûmena Muzîkê ya Kirmaşanê dixwazin di pêşerojê de ji bo pêşxistina muzîkê karên hê baştir bikin."

Girîngiya Dîrokî ya Muzîka Kirmaşanê

Muzîka Kurdî di dîroka xwe de her dem di veguhestina peyamên çandî û ayînî de xwedî roleke girîng bûye. Bajarê Kirmaşanê jî weke yek ji navendên sereke yên serhildana muzîk û meqamên ayînî yên Kurdistanê tê naskirin. Bi taybetî amûra tembûrê û meqamên kevnar ên vê herêmê, ne tenê weke beşek ji muzîka Kurdî, lê di asta cîhanê de jî tên naskirin û bandoreke mezin li ser muzîka gelên cîran kirine.

Serokê Koma Muzîkê ya "Sipehwendekan" Ferîdûn Sipehwend ku ji bo beşdariyê hatibû Kirmaşanê, diyar kir ku ew hatine ji bo pêşkêşkirina muzîka xwecîhî û got: "Em hatin Kirmaşanê ji bo ku di çarçoveya bernameya 'Yekîtî û Hêz' de li Hola Întîzar hunera xwe pêşkêş bikin."

Festîval weke derfetekê tê dîtin ku komên muzîkê yên Kurdî û yên herêmên din ên Îranê nêzî hev bibin û rengîniya çandî ya herêmê bi rêya muzîkê nîşan bidin.

 

 

Fly Erbil Advertisment