Mihemed Şukrî: Elektirîka 24 Saetî dê ji bo hemû projeyên niştecihbûnê bê dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand, di demeke nêzîk de dê elektirîka 24 saetî ji bo hemû projeyên niştecihbûnê yên li Herêma Kurdistanê bê dabînkirin. Her wiha da zanîn ku her veberhênerek di projeya xwe de kêmasiyê bike, dê lêpirsîn li gel wî bê kirin û mohleta wî jê bê standin.
Mihemed Şukrî îro 10ê Îlonê di daxuyaniyekê de ji K24ê re got, piştî şopandineke hûr ji aliyê Desteya Veberhênanê û wezaretên pêwendîdar ve û li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji meha Sibata 2024an ve dayîna mohletan ji bo projeyên nû yên niştecihbûnê, li gorî pêwîstiya bajaran hatiye rawestandin.
Mihemed Şukrî da zanîn, li Herêma Kurdistanê 367 projeyên niştecihbûnê hene û ev yek di çarçoveya plana hikûmetê de ye ji bo zêdekirina derfetên kar. Şukrî got, "Em hewl didin ku pirsgirêkên projeyên ku neqediyane çareser bikin da ku ji nû ve dest bi veberhênanê bikin. Em çavdêriya hemû projeyan dikin û her kêmasiyek hebe dê lêpirsîn bê kirin. Di vê çarçoveyê de zêdetirî 160 mohlet ji veberhêneran hatine standin û dane veberhênerekî din."
Serokê Desteyê amaje bi wê yekê jî kir, li gorî datayan, daxwaz li ser projeyên niştecihbûnê, bi taybetî yên bi kalîte, zêde bûye û tevî nirxên wan ên bilind jî xelk wan dikirin, ku ev jî nîşana geşbûna bazara Herêma Kurdistanê ye.
Derbarê dabînkirina elektirîkê de ji bo projeyên niştecihbûnê, Mihemed Şukrî got: "Heta niha ji bo beşeke mezin a projeyan elektirîka 24 saetî hatiye dabînkirin. Di hefteya bê de, dê nêzîkî şeş projeyên din jî bikevin nava vê projeyê. Di demeke nêzîk de, dê hemû proje bibin beşek ji projeya 'Ronakî' û dê heman muameleya taxên asayî li gel wan bê kirin."
Şukrî herwiha mizgînî da ku di demeke nêzîk de, mezintirîn kargeha "Cîpsim Bordê" li ser asta tevahiya Iraqê dê li Hewlêrê bikeve warê cîbicîkirinê. Di dawiyê de jî got ku wan daxwaz kiriye ku di projeyan de madeyên xwemalî û navxweyî bêne bikaranîn.