Pispor: Divê Tirkiye Rojavayê Kurdistanê bo xwe gef nebîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku, Sûriye ber bi dewleteke nenavendî ve diçe û çîroka federalbûna Herêma Kurdistanê eger heye ku li rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe. Li gor wan, çawa ku Tirkiye bi Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyên baş û dostane ye, divê bi rojavayê Kurdistanê re jî heman pêwendiyê bike. Ev siyaset dê pêvajoya aşitiyê bigihîne serkeftinê û di berjewendiya aliyan û seqamgiriya navçeyê de be.

Vê dawiyê hikûmeta Tirkiyeyê gefên xwe yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê zêde kiriye û li gor deshilatdarên Enqereyê heke HSD çekan danene, ew dikarin operasyoneke serbazî li dijî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Amerîka jî wekî ku bersiva van gefan bide HSDyê wekî hevpeymanê xwe radigihîne û li Sûriyeyê piştgiriya sîstemeke nenavendî dike. Profîsorekî diyar ê Kurd, hem ji ber vê helwesta Amerîkayê û hem jî li ser metirsiya rûbirûbûna Îsraîlê, egera operasyoneke li dijî rojavayê Kurdistanê zehmet dibîne û pêşniyar dike ku Tirkiye wekî bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên dostane digel rojavayê Kurdistanê jî deyne.

Zanayê Siyasetê Prof. Dr. Mesut Yegen ji K24ê re got: “Di warê pêwendiyên digel Tirkiyeyê de, bêgûman ezmûna Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê dikare bibe nimûneyek. Wekî Herêm, Rojava jî dikare bibe federal. Lê Tirkiye gelek rijd e ku çîroka li Herêma Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê dubare nebe û lewma gefa operasyonan dixwe. Lê Amerîka jî li Sûriyeyê piştgiriya sîsteneke nenavendî dike û heke Tirkiye bikeve rojavayê, eger heye rûbirûyê Îsrailê bibe. Ji ber van her du sedeman operasyoneke mezin a serbazî ya li dijî rojavayê Kurdistanê zehmet e. Tirkiye wekî caran bihêz niye ku rê li ber daxwazên Kurdên rojavayê Kurdistanê bigre.”

Nêzikê salek e di navbera PKKyê û Dewleta Tirkiyeyê de pêvajoyeke duyem a aşitiyê bi rê ve diçe, lê li pêşiya pêvajoyê metirsiya herî mezin operasyoneke li dijî rojavayê Kurdistanê ye dibêje siyasetmedar û mafparêzekî diyar ê Tirkiyeyê. Li gor wî heke Tirkiye şerê rojavayê bike, hem dê metirsî li ser aşitiya nav welatê xwe dirûst bike, hem jî dê pêvajo şikestin bîne.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Ahmet Faruk Ûnsal ji K24ê re got: “Tirkiye pêştir gelek dij bû ku Kurd li başûrê Kurdistanê bibin xwedî statû. Lê paşê pêwendiyeke gelek baş bi Herêma Kurdistanê re danî û niha herî zêde hinarde bo Herêma Kurdistanê dike. Tirkiye dikare heman pêwendiyê bi Kurdên rojavayê Kurdistanê re jî bike. Lewma divê Tirkiye destkeftiyên Kurdên rojavayê Kurdistanê ne wekî gef, wekî destkeftiyên welatiyên xwe bibîne. Ev siyaset dê bandoreke gelek erenî li ser pêvajoya aşitiyê jî bike.”

Hikûmeta Tirkiyeyê wekî mercekî pêvajoya aşitiyê dixwaze ne tenê PKK, HSD jî çekan deyne tevlî arteşa Sûriyeyê bibe. Li gor Enqereyê banga Ocalanî ya çekdanîna PKKyê, HSDyê jî li xwe digre û Serokê MHPyê Dewleta Bahçelî dixwaze Ocalan bangeke nû bo HSDyê bike daku ew jî wekî PKKyê çekan deyne.

Dê çarenûsa pêvajoyê rasteqiniyên li Sûriyeyê diyar bike. Rasteqinî ew e ku Sûriye ber bi dewleteke nenavendî ve diçe. Heke Tirkiye rizamend be, dikare bi Kurdan re pêwendiyeke dostanî jî bike lê heke razî nebe û operasyon bike, wisa diyar e ne pêvajo dimîne, ne jî dostanî.

 
Fly Erbil Advertisment