Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê: Pêşniyara me bikin bingeh ji bo çareserkirina mijara dahatên ne-neftî

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Îro 10ê Îlona 2025an, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civiya.
Di destpêka civînê de, Serokê Encûmena Wezîran bi nave Encûmena Wezîran serxweşî arasteyî malbat, kesûkar û hevrêyên wezîrê berê yê karûbarên Parlemanî, Xwedêjêrazî Said Xalid kir, ku îro koça dawî kir.
Beşa yekem a civînê taybet bû bi guftûgokirina pêşhatiyên dawî yên herdu dosyayên dahatên ne-neftî û destpêkirina hinardekirina nefta Herêmê. Omer Sabah, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran, û Amanj Rehîm, Sekreterê Encûmena Wezîran, hûrgiliyên biryarên civîna duh a Encûmena Wezîran a Federal li ser van herdu mijaran pêşkêş kirin.
Derbarê para xezîneya federalî ji dahatên ne-neftê yên Herêmê de, Encûmena Wezîran tekez kir ku pêşniyara Herêmê li ser dabeşkirina dahata ne-neftê û awayê parvekirina wê bi hikûmeta federal re, li ser bingeha herdu Yasa Federal a Rêveberiya Darayî ya hejmar 6 a sala 2019an û Yasa Bûdceya Federal a hejmar 13 a sala 2023an, her wiha biryara Dadgeha Bilind a Federal, ku çarçoveya yasayî ya vê mijarê bi zelalî destnîşan kirine, ye. Ji ber vê yekê, Encûmena Wezîran daxwaz ji hikûmeta federal dike ku pêşniyara hikûmeta Herêma Kurdistanê bike bingehek ji bo çareserkirina mijara dahatên ne-neftê, da ku êdî nebe astengiyek li pêşiya dayîna mûçe û mafên darayî yên karmendên Herêmê.
Derbarê mijara ji nû ve destpêkirina hinardekirina nefta Herêmê de, Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Samanên Siruştî yê bi wekalet, hemû gav, rêkar û hêsankariyên wezareta xwe yên ji bo destpêkirina hinardekirina nefta Herêmê pêk anîne, pêşkêş kir. Wî her wiha anî ziman ku hewlên wan bi Wezareta Neftê ya Iraqê û şirketên neftê re berdewam in ji bo gihîştina lihevkirinek hevbeş û hevseng a sêalî ku di berjewendiya giştî de be, bi armanca bilez destpêkirina hinardekirina neftê ji bo bazarên cîhanî bi rêya şirket SOMO û vegera dahata wê bo xezîneya federalî. Ji bo vê armancê, Wezareta Samanên Siruştî hat raspardin ku hewlên xwe bi şirketên neftê re zêdetir bike ji bo çareserkirina mijarên rawestandî û rakirina her astengiyekê.
Beşa duyem a rojeva civînê, pêşkêşkirina raporeke hevbeş a Wezaret û aliyên peywendîdar bû, ku tê de pêşniyarên wan ên derbarê cîbicîkirina Yasa Karûbar û Teqawidîya Pêşmerge ya hejmar (38) a sala 2007an ji bo xaneşînên ku ev yasa wan digire nîqaş kirin. Ev rapor ji aliyê Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge, û Ebdulhekîm Xesrew, Serokê Dezgeha Hevahengî û Şopandinê, ve hat pêşkêşkirin.
Piştî nîqaşê, Encûmena Wezîran tekez kir ku ew piştgirî dide her pêşniyar û biryarekê ku di berjewendiya Hêzên Pêşmerge de be, bi armanca baştirbûna mûçeyên xaneşînê û mafên wan ên darayî.
Ji bo vê armancê, Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aboriyê raspard ku bi Desteya Xaneşînê ya Niştimanî ya Federal re, rêkarên yasayî yên pêwîst bigire ber ji bo cîbicîkirina baştirîn vebijarka yasayî ku baştirîn mûçeya teqawidî ji bo Hêzên Pêşmerge dabîn bike, bi berçavgirtina taybetmendiya Hêzên Pêşmerge wekî beşek girîng ji sîstema parastina niştimanî. Di heman demê de, Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aboriyê raspard ku di zûtirîn dem de mûçeyên xaneşînê yên Hêzên Pêşmerge yên ku dereng ketine, bide.
Di beşa sêyem de, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab pêşniyarên wezareta xwe yên derbarê hêsankariya pêşîne û krediyên taybet bi warên (xanî, çandinî, pîşesazî û geştyarî) ku di salên berê de ji aliyê bankeyên girêdayî Wezareta Darayî û Aboriyê ve ji welatiyan re hatibûn dayîn, pêşkêş kir.
Piştî nîqaşê, Encûmena Wezîran biryar da ku ji bo wan welatiyên ku berê ji pêşîne û krediyên bankeyên girêdayî Wezareta Darayî sûd wergirtine, hêsankariyên pêwîst bike. Ev hêsankarî bi lêborîneke %15 ji qasê pêşîne û krediyan e, li gel lêborîna tevahiya faîza bankê û cezayê derengmayîna vegera krediyan. Ev hêsankarî heta 31/12/2025an derbasdar e ji bo wan welatiyên ku dixwazin ji vê derfetê sûd werbigirin. Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aboriyê raspard ku rêwerzên pêwîst ji bo cîbicîkirina vê biryarê derxîne.