Polîtburoya PDKê: Şoreşa Îlonê rûpeleke geş di dîroka rizgariya Kurdistanê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Di peyamê de, Polîtburoya PDKê tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê kir û ew wek "rûpeleke nû û geş di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de" binav kir. Herwiha bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku ji bo parastina destkeftan û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê hevdeng û yekrêz bin.
Şoreşa Îlonê: Werçerxaneke Dîrokî û Civakî
Di peyama xwe de, Polîtburoya PDKê da zanîn ku Şoreşa Îlonê di bin rêbertiya Barzaniyê Nemir de, di demek dijwar de wek pêwîstiyeke dîrokî dest pê kir û îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê nîşan da. Hat destnîşankirin ku ev şoreş ne tenê tevgereke çekdarî bû, belkî di heman demê de şoreşeke civakî, siyasî û îdarî bû ku hemû pêkhateyên Kurdistanê bêyî cûdahiya olî, mezhebî û herêmî di bin sîwana xwe de kom kirin.
Peyamê bal kişand ser rola Şoreşa Îlonê di yekxistina gelê Kurdistanê de û got: "Şoreşa Îlonê hemû sînorên herêmî, olî û mezhebî ji holê rakir û tevahiya gelê Kurd û Kurdistanî di çarçoveya hêzeke berxwedêr a dijî dîktatoriyê de kir yek."
Herwiha Polîtburoya PDKê, Rêkeftina 11ê Adara 1970î wek yek ji destkeftên herî girîng ên siyasî û dîrokî yên vê şoreşê binav kir, ku bû sedema guhertineke mezin di doza rewa ya gelê Kurd de li ser asta navxweyî û cîhanî.
Bangawaziya Yekrêziyê û Beşdariya di Hilbijartinan de
Polîtburoya PDKê salvegera Şoreşa Îlonê wek derfetek ji bo nûkirina banga hevahengî û hevgirtina siyasî di navbera aliyên Kurdistanî de nirxand. Di vê çarçoveyê de hat gotin: "Em tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevgirtina siyasî ya hemû partî û aliyan dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan, parastina statuya siyasî ya Herêmê û destkeftên me."
Derbarê hilbijartinên dewra şeşem a Encûmena Nûneran a Iraqê de, ku biryar e di 11ê Mijdara 2025an de birêve biçin, PDKê banga beşdariyeke xurt kir ji bo pêkanîna proseyeke hilbijartinê ya "pak û azad".
Herwiha di peyamê de hat xwestin ku di qonaxa bê de proseya siyasî ya Iraqê li ser bingeheke rast û li gorî destûrê were damezrandin da ku krîz bên çareserkirin. PDKê daxwaz ji gelê Kurdistanê û hemû Iraqê kir ku piştgiriya bernameya wê bikin, ku li ser cîbicîkirina destûrê û avakirina Iraqeke federal ji bo hemûyan hatiye damezrandin.
Di dawiya peyamê de, Polîtburoya PDKê soz û dilsoziya xwe ji bo gelê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî û xwîna şehîdan dûpat kir û silavên xwe ji bo malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê şand. Herwiha, silav li giyanê pak ê Barzaniyê Nemir û Idrîs Barzaniyê herdem zindî hatin kirin.