Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê rûpeleke Zêrîn û çavkaniya îlhamê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyamek belav kir û tê de tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê kir. Serok Barzanî diyar kir ku Şoreşa Îlonê rûpeleke zêrîn di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de ye.
Serok Barzanî di peyama xwe de, Şoreşa Îlonê wek "rûpeleke zêrîn di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de" û "şoreşa herî mezin a siyasî, çekdarî û cemawerî ya seranserî Kurdistanê" binav kir. Herwiha destnîşan kir ku vê şoreşê hişt ku doza gelê Kurd qonaxên mezin derbas bike û gelê Kurdistanê bi hêz û baweriyeke mezin ber bi armancên nû ve pêngavan biavêje.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ev şoreş, bi rêbertiya Barzaniyê Nemir, cara yekem di dîrokê de bingeheke xurt ji bo têkoşîn û xebata hevbeş a hemû herêm, çîn û pêkhateyên Kurdistanê danî, da ku bi hevre parastina doza rewa û mafên gelê Kurdistanê bikin.
Di beşeke din a peyamê de hat gotin: "Şoreşa Îlonê ji bo qonaxên paşerojê yên xebata gelê Kurdistanê her tim bûye çavkaniya hêz û îlhama, û ezmûn û destkeftên wê şoreşa mezin dê her dem rêya xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ronî bikin."
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû Pêşmerge, kadro û xebatkarên şoreşê kir, yên ku bi wêrekî û westana xwe dîrok û serbilindî ji bo gelê xwe tomar kirine. Herwiha hezar silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê şand.