Li Şeqlaweyê tîmek ji bo rûbirûbûna bûyerên xwezayî tê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîma bersivdana bilez li Şeqlawayê ji bo rûbirûbûna bûyerên xwezayî tê damezrandin.
Qayimqamê Şeqlawayê Karwan Kerîm Xan îro (În, 12ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Biryar hatiye dayîn ku tîma duyê ya bersivdana bilez li Şeqlawayê bê damezrandin, ev jî piştî ku tîmeke wisa li Hewlêrê bi rengekê serkeftî karê xwe qedand.”
Qayimqamê Şeqlawayê amaje jî da ku, wan pêştir amadekarî ji bo vê mijarê kirine, wek: pêşîgirtina li zêdebûna ziraran ji bûyerên xwezayî û rewşên krîzan, çêkirina tîmên ewlehiyê yên avahiyan û komîteyên rewşên krîzan. Herwesa got, “Sedema sereke ya çêkirina vê tîmê jî pêşxistina bilez a hawarhatinê li wê deverê ye.”
Karwan Kerîm Xan eşkere jî kir, “Ev tîm sînorê bajarkê Şeqlawayê, bajarkê Herîrê û gundên wê vedigire, da ku bilez û zûtir bigihîjin cihên bûyeran, xasma jî bûyerên xwezayî, da ku karên pêdivî bikin.”
Navbirî herwesa ragihand, “Ew tîm ji nêzîkî 25 kesan pêk tê; 15 ji wan karmendên hikûmetê ne ku xwedî şarezayî ne û paştir zêdetir perwerdehiyê werdigirin û 10 kesên din jî wekî xwebexş kar dikin û pêdivîtiyên wan jê re tên peydakirin.