Li Tirkiyeyê 161 kes hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê got ku, polîsên Tirkiyeyê di dema hefteyekê de 161 kes bi gumana endamtiya DAIŞê girtine.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya îro (În, 12ê Îlona 2025ê) peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de amaje da ku, girtina wan kesan bi gumana wê yekê bû ku alîkariyên darayî pêşkêşî rêxistina DAIŞê ya terorîst kiriye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê herwesa got, "Ew gumanbar li 38 parêzgehên Tirkiyeyê hatine girtin, ku herdu parêzgehên herî mezin ên Tirkiyeyê Stenbol û Enqere jî di nav wan de hene."

Ali Yerlikaya herwesa ragihand, “Di dema girtina wan gumabaran de, gelek çek jî hatine bindestkirin. Herwesa çend belgename jî hatine bindestkirin ku belgenameyên DAIŞê bûne, tevî wan materyalên ku di biserdegirtinan de tên bikaranîn.”

 
Fly Erbil Advertisment