Projeya Ronakiyê gihîştiye gundên derdora Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) – Em li mala yek ji şêniyên gundê Dêragijnîkê yê nahiyeya Mangeşkê ne. Li gorî gotinên xwediyê wê malê, piştî ku elektrîka 24 saetî gihîştiye gundê wan, gelek pirsgirêkên wan ên rojane çareser bûne.

Niyal Hesen ê şêniyê gundê Dêragijnîkê ji Kurdistan24ê re got, “Elektrîka 24 saetî gelek mifa gihandine me û em dikarin bêyî pirsgirêk amûran bişuxilînin. Herwesa li gorî hewcedariyê, em kar bi wan amûran dikin.”

Ew cotkar pêştir ji bo demeke dirêj li bendê dima heta elektrîka niştîmanî hatiba, da ku berhemên xwe av daban. Lê niha elektrîka 24 saetî heye û pirsgirêka avdana berhemên çandiniyê nemaye.

Başar Dêragijnîkî yê cotkar jî ji Kurdistan24ê re got, “Pêştir ji saet 12:00 ê nîvro heta 3:00 ê piştî nîvro elektrîk hebû. Heta ku em digihîştin ser karên xwe, elektrîk qut dibû. Lê niha her gava ku karê me hebe, em motorên avê dişuxilînin.”

Elektîrka 110 gundên derdora parêzgeha Dihokê bûye 24 saetî û li bajarkê Sêmêlê jî kar tê kirin ku, projeya Ronakiyê bigihîje wê derê jî û elektîrka wê jî bibe 24 saetî.

Cîgirê Birêveberê Giştî yê Elektrîkê li Dihokê Hazim Mihemed jî ji Kurdistan24ê re got, “Em niha li bajarkê Sêmêlê û deverên derdora wê dixebitin, paştir projeya Ronakiyê dê hemî deverên din jî vegire. Em pêşbîniyê dikin ku, karê me zûtir ji dema diyarkirî biqede, wekî ku çawa me karî qonaxa yekê jî ji dema diyarkirî zûtir biqedînin.”

Projeya Ronakiyê li roja 27ê Adarê li bajarê Dihokê hat destpêkirin û li dawiya meha Tebaxê ya îsal elektrîka tevahiya navenda wê bû 24 saetî.

 
 
Fly Erbil Advertisment