Li Hewlêrê 5 şûnwarên nû yên dîrokî hatin destnîşankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmeke şûnwarnasan, ku ji Zanîngeha Harvard a Amerîkayê û Rêveberiya Giştî ya Şûnwaran a Herêma Kurdistanê pêk tê, di çarçoveya projeyeke lêkolînê de li deşta Hewlêrê 5 şûnwarên nû yên dîrokî destnîşan kirin.
Tîma şûnwarnasan, ku li ser "kembera kesk" a Hewlêrê li herêmên Pîrzîn û Behrkê lêkolînên xwe didomînin, ji 11 parçeyên erdê ku lê geriyane, li ser pênc ji wan şopên şaristaniyên kevnar dîtine.
Rêveberê Karûbarên Şûnwaran Mihemed Leşkerî ji K24ê re ragihand, "Me li van herêman lêkolînên berfireh kirin û em rastî van 5 şûnwarên nû hatin ku heta niha nehatibûn tomarkirin."
Ev lêkolîn bi alîkariya nexşeyên elektronîk ên taybet û teknolojiya pêşketî, ligel lêgerînên li ser erdê tên kirin.
Serokê şanda şûnwarnasan a Zanîngeha Harvardê Jason Ur bal kişand ser girîngiya van keşfan û got: "Heta niha li sînorê parêzgeha Hewlêrê 988 şûnwarên dîrokî hatine destnîşankirin. Ev yek delîla wê yekê ye ku dîrok û şaristaniya vê herêmê ji ya Rojhilata Navîn ne kêmtir e."
Jason Ur herwiha da zanîn, Kurdistan ji bo lêkolînên dîrokî û arkeolojîk cihekî gelekî girîng e û tekez kir ku divê ev şaristanî û çanda dewlemend were parastin.
Projeya hevbeş a di navbera Zanîngeha Harvard û Rêveberiya Giştî ya Şûnwaran de ji sala 2012an ve birêve diçe. Di vê çarçoveyê de, heta niha li seranserê Kurdistanê zêdetirî 6 hezar û 500 şûnwarên dîrokî hatine destnîşankirin û tomarkirin, ku ev yek Kurdistanê dike yek ji herêmên herî dewlemend ên cîhanê ji aliyê mîrata dîrokî ve.