Ocalan ji şêxên Ereban re: Piştgiriya we ji HSDê re ji bo Sûriyeke demokratîk girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe peyamek ji bo şêx û rûspiyên hozên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şand. Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya yekitî û hevkariya Kurd û Ereban û got: "Piştgiriya we ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re di avakirina Sûriyeke demokratîk de xwedî wateyeke mezin e."

Ocalan di destpêka peyama xwe de bi rêzdarî silav li şêx û rûspiyên Ereb kir û yekitiya wan a bi Kurdan re wekî "bingeheke dîrokî ya nû" pênase kir. Ocalan got: "Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e. Hûn bi vê yekitiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin."

Di peyama xwe de, Ocalan amaje bi kûrahiya têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Kurd û Ereb de kir û wiha domand: "Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin."

Ocalan di beşa herî girîng a peyama xwe de bal kişand ser projeya neteweya demokratîk û rola HSDê û wiha got: "Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bin. Ev jî bi piştgiriya we ji HSD'ê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji HSD´ê re xwedî girîngî û wateyek mezin e."

Di dawiya peyama xwe de, Ocalan rola dîrokî ya şêxên eşîran di avakirina paşeroja Sûriyeyê de destnîşan kir û ev bang kir: "Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin."

Ocalan peyama xwe bi van gotinan bi dawî anî: "Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim."

 
 
Fly Erbil Advertisment