Rêveberiya Xweser: Em pabendî yekîtiya Sûriyeyê ne û nenavendî jî ne cudabûn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û tê de helwesta xwe ya siyasî ya derbarê paşeroja Sûriyeyê de aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser bingeha berpirsyariya me ya niştimanî û dîrokî, em pabendiya xwe bi yekîtiya ax û gelê Sûriyeyê re tekez dikin û her projeyeke ku zirarê bide yekparçebûna axa wê an bibe sedema parçebûnê, red dikin."

"Hevdîtinên bi Şamê re negihîştin encamên pratîkî"

Daxuyaniyê amaje bi hevdîtinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Serokê Demkî yê Sûriyeyê de kir û ew wek "qonaxeke girîng ji bo diyalogê" bi nav kir. Lê belê hat rexnekirin ku "ew atmosfera erênî heta niha nehatiye wergerandin bo gavên pratîkî yên li ser erdê," ku ev yek pirsan li ser cidiyeta Şamê ya ji bo çareseriyê çêdike.

"Nenavendî ne cudabûn e"

Rêveberiya Xweser bersiv da wan tohmetên ku projeya nenavendî wek "cudaxwazî" bi nav dikin û got: "Binavkirina beşdarî, rêveberiya nenavendî û bangên lihevkirina niştimanî wek cudabûn, ji rastiyê dûr e û di pratîkê de dubendiyê di navbera Sûriyan de zêdetir dike." Her wiha hat tekezkirin ku nîqaşên li ser rêjeyên demografîk jî "rêbazeke şaş e ku bingeha jiyana hevbeş dixe xeteriyê."

"Komîteyên me ji bo kar amade ne"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, hemû komîteyên pispor ên Rêveberiya Xweser, di nav de komîteyên destûrî, îdarî û ewlehiyê, amade ne ku dest bi kar bikin, hema ku Şam demeke guncaw diyar bike. Ji bo nîşandana siyaseta xwe ya vekirî, hat gotin ku Rêveberiya Xweser ji bo vekirina deriyên sînorî yên wek Qamişlo-Nisêbînê dixebite.

Di dawiyê de, Rêveberiya Xweser tekezî li ser girîngiya Biryara Neteweyên Yekgirtî ya 2254 kir û banga lidarxistina Kongreyeke Niştimanî ya berfireh kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de cih bigirin, da ku rê li ber "Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî" vebe.

 
Fly Erbil Advertisment