Saman Berzincî: Bexda nîvê para dermanan a Herêma Kurdistanê dişîne

Saman Berzincî
Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Bexda 50% para dermanan a Herêma Kurdistanê dişîne.” Herwesa got, “Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xerciya dermanan hatiye zêdekirin.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî duhî (Yekşem, 14ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Pirsgirêka dermanan li Hewler û Dihokê heye û budceya dabînkirina dermanan heft milyar dînar e.”

Saman Berzincî amaje jî da, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du milyar dînar ji bo budceya kirîna dermanan hatine zêdekirin. Ji bo cara yekê di kabîneya nehê de budceya dermanan hat zêdekirin.”

Navbirî herwesa got, “Desthilata kirîna dermanan bi her neh birêvebiriyên tenduristiyê wekî yek û bê cudahî hatiye dayîn.” Eşkere jî kir, “Pirsgirêka kêmiya dermanan ji ber nebûna pereyan li bankan bû. Li parêzgeha Silêmaniyê, pirsgirêka nebûna pereyan li bankan heye.”

Wezîrê Tenduristiyê tekez jî kir, “Min ji Qubad Talebanî xwestiye ku, ji bo çareserkirina pirsgirêka dermanan li Silêmaniyê bê pêş.” Amaje jî da, “Em berdewam dermanan ji birêvebiriyekê bo birêveberiyeke din vediguhêzin, pir caran derman ji embarên Hewlêrê bo Silêmaniyê hatine şandin.”

Saman Berzincî herwesa got, “Bexda 50% para dermanan a Herêma Kurdistanê dişîne. Ji bilî nexweşxaneyên hikûmetê, em botlên xwînê didin nexweşxaneyên taybetî jî.” herwesa got, “Em parekê ji dahata nexweşxaneyên nîv-taybetî ji bo karmendên tenduristiyê xerc dikin û me kêmasiya karmend û bijîşkan heye.”

 
Fly Erbil Advertisment